Here Naverokê

Hukimdariya Xwedê Çi ye?

Hukimdariya Xwedê Çi ye?

Cewaba Kitêba Pîroz

 Padîşahiya Xwedê hukûmeta Yehowa Xwedê ye. Di Kitêba Pîroz de, Padîşahiya Xwedê yan “Hukimdariya Xwedê” wek “hukimdariya ezmanan” jî tê binavkirin (Marqos 1:14, 15, NWT; Meta 4:17, NWT). Ev hukimdarî her çi qas ji hin aliyan ve dişibe hukûmetên dinyayê jî, ew ji her aliyî ve ji wan baştir e.

  •   Hukimdar. Xwedê, Îsa Mesîh wek Hukimdarê vê Hukimdariyê tayîn kiriye. Yehowa ji wî re otorîteyeke wisa daye, ya ku ji otorîteya mirovan qat bi qat bilindtir e (Meta 28:18). Îsa Mesîh qeweta xwe tenê ji bo qenciyê bi kar tîne, û wî êdî îsbat kiriye ku ewê rêberekî pêbawer û dilşewat be (Meta 4:23; Marqos 1:40, 41; 6:31-34; Lûqa 7:11-17). Bi rêberiya Xwedê, Îsa Mesîh hin mirovên ji hemû miletan hilbijartine ku ew li ezmanan bi wî re “li ser dinê serweriyê bajon” (Peyxam 5:9, 10, Mizgînî).

  •   Dem. Hukimdariya Xwedê wek hukûmetên dinyayê nîne, yên ku tenê ji bo demekê ne. Ewê “tu caran hilneweşe” (Danîêl 2:44, Mizgînî).

  •   Welatî. Însanên ji hemû kok û miletan, ên ku guh didin qanûnên Xwedê, dikarin bibin welatiyên Hukimdariya Xwedê (Karên Şandiyan 10:34, 35).

  •   Qanûn. Qanûnên Hukimdariya Xwedê ne tenê kirinên xerab qedexe dikin, lê alî mirovan dikin ku ew xisûsiyetên baş bînin meydanê. Kitêba Pîroz wisa dibêje: “‘Gerek tu ji Xwedayê xwe Yehowa bi temamiya dilê xwe, bi temamiya canê xwe û bi temamiya hişê xwe hez bikî’. Ev emrê pêşîn e û yê herî muhîm e. Emrê diduyan jî dişibe yê pêşîn û ev e: ‘Wek ku tu ji xwe hez dikî, gerek tu ji cîranê xwe hez bikî’” (Meta 22:37-39, NWT). Welatiyên Hukimdariya Xwedê hem ji Xwedê hem ji mirovan hez dikin û dixwazin ji bo wan qenciyê bikin.

  •   Perwerde. Ji xeynî vê ku Hukimdariya Xwedê qanûnan datîne, ew mirovan hîn dike ku ew çawa dikarin li gor van qanûnan bijîn (Îşaya 48:17, 18).

  •   Armanc. Armanca Hukimdariya Xwedê ne ev e ku hukimdaran bi navgîniya welatiyên xwe dewlemend bike. Armanca wê ev e ku daxwaza Xwedê bîne cih û rê veke ku kesên ku ji Xwedê hez dikin li dinyayê di cenetê de heta hetayê bijîn (Îşaya 35:1, 5, 6; Meta 6:10; Peyxam 21:1-4).