DERS 3
Gelo Ev Mizgîn bi Rastî ji Xwedê ye?
1. Nivîskarê eslî yê Kitêba Pîroz kî ye?
Mizgîna ku mirov dikarin li dinyayê heyata bêdawî bistînin, li Kitêba Pîroz nivîsî ye (Zebûr 37:29). Di Kitêba Pîroz de 66 kitêbên biçûk hene. Xwedê ji bo nivîsandina Kitêba Pîroz weke 40 mirovên dilsoz xebitandin. Pênc kitêbên pêşîn, nêzike 3.500 sal berê ji aliyê Mûsa pêxember ve hatibûn nivîsandin. Kitêba dawîn, zêdetirî 1.900 sal berê ji aliyê Yûhenna ve hatibû nivîsandin. Nivîskarên Kitêba Pîroz fikrên kê nivîsîn? Xwedê bi destê ruhê pîroz îlham da nivîskarên Kitêba Pîroz (2. Samûyêl 23:2). Wan ne fikrên xwe, lê fikrên Xwedê dinivîsîn. Ji ber vê yekê, nivîskarê eslî yê Kitêba Pîroz Yehowa ye.—2. Tîmotêyos 3:16; 2. Petrûs 1:20, 21 bixwîne.
Li vîdeoya Nivîskarê Kitêba Pîroz Kî Ye? temaşe bike.
2. Em ji ku dizanin ku Kitêba Pîroz nehatiye guhartin?
Li Kitêba Pîroz ji berê de hatibû nivîsandin ku çi wê biqewime. Mirov nikare tiştekî wisa bike (Yêşû 23:14). Tenê Xwedê dizane ku çi wê biqewime.—Îşaya 42:9; 46:10 bixwîne.
Kitêba Pîroz bi rastî jî kitêbeke bêemsal e. Bi milyaran Kitêba Pîroz bi sedan zimanên cuda hatine çap kirin û belav kirin. Kitêba Pîroz çi qas kevn be jî, gotinên wê bi ilm û zanistê ve hevgirtî ne. Gotinên 40 nivîskarên Kitêba Pîroz gişt li hev tên. Wekî din, Kitêba Pîroz hezkirina Xwedê nîşan dide. Ev kitêb dikare alî mirovan bike ku ew bigihîjin heyateke baştir. Loma, bi milyonan kes bawer in ku Kitêba Pîroz bi rastî jî Peyva Xwedê ye û nehatiye guhartin.—Îşaya 40:8; 1. Selanîkî 2:13 bixwîne.
Li vîdeoya Em ji ku Dizanin ku Kitêba Pîroz Rast e? temaşe bike.
3. Temaya Kitêba Pîroz çi ye?
Kitêba Pîroz behsa mexseda Xwedê dike. Ev kitêb nîşan dide ku ceneta pêşîn çima û çawa winda bû, û mizgînê dide ku rojekê, dinya wê bibe cenet!—Peyxam 21:4, 5 bixwîne.
Wekî din, di Kitêba Pîroz de qanûn, prensîp û şîretên bifeyde hene. Kitêba Pîroz dibêje ku Xwedê di oxira mirovan de çi kiriye. Bi vî awayî, em dikarin fehm bikin ku Xwedê yekî çawa ye. Kitêba Pîroz dikare alî te bike ku tu Xwedê nas bikî û bibî dostê wî.—Zebûr 19:7, 11; Aqûb 2:23; 4:8 bixwîne.
4. Tu çawa dikarî Kitêba Pîroz fehm bikî?
Îsa pêxember bala mirovan dikişand ser Nivîsarên Pîroz, û wî maneya ayetan îzah dikir. Li vê broşûrê jî, ev metod tê xebitandin.—Lûqa 24:27, 45 bixwîne.
Mizgîna Xwedê çi qas xweş be jî, gelek kes guh nadin vê mizgînê an jê aciz dibin. Lê cesareta xwe winda neke! Ji bo ku tu bigihîjî heyata bêdawî, gerek tu Xwedê rind nas bikî.—Yûhenna 17:3 bixwîne.