Karên Şandiyan 7:1-60

  • Gotara Steyfan a li ber Mehkemeya Bilind a Cihûyan (1-53)

    • Rojên bav û kalan (2-16)

    • Mûsa rêberiyê dike; Îsraîlî ji pûtan re îbadetê dikin (17-43)

    • Xwedê li îbadetgehên ku bi destê mirovan hatine çêkirin, najî (44-50)

  • Steyfan didin ber keviran (54-60)

7  Hingê kahînê mezin pirsî: “Ma ev tişt rast in?” 2  Steyfan cewab da: “Zilamno, birano û bavno, guh bidin min! Gava bavê me Birahîm li Mezopotamyayê bû, berî ku ew derbasî Heranê bibe, Xwedayê birûmet ji wî re xuya bû 3  û ji wî re got: ‘Ji welatê xwe û ji ba merivên xwe derkeve û here welatê ku ezê nîşanî te bidim.’ 4  Hingê ew ji welatê Kildaniyan derket û li Heranê cihwar bû. Piştî ku bavê wî mir, Xwedê rêberiya wî kir ku ew derbasî welatê ku hûn niha lê dijîn, bibe. 5  Li vî welatî Xwedê heta bi qasî pîvana lingekî jî, tu mîras neda wî. Lê Xwedê soz da ku ewê vî welatî bide destê wî û zuriyeta wî, her çi qas zarokên wî hê tune bûn jî. 6  Û Xwedê ji wî re got ku zuriyeta wî wê di welatekî xerîb de bijî, û ewê bibe xulam û 400 sal bê bindestkirin. 7  Xwedê got: ‘Ezê miletê ku hûn ji wî re xulamtiyê bikin, ceza bikim. Û paşê, ewê ji wê derê derkevin û li vî cihî ji min re xizmeta pîroz bikin.’ 8  Xwedê bi Birahîm re peymana sinetê girêda, û ew bû bavê Îshaq û di roja heştan de ew sinet kir. Îshaq bû bavê Aqûb, û Aqûb bû bavê diwanzdeh eşîran. 9  Birayên Ûsiv çavnebariya wî kir û ew firot Misrê. Lê Xwedê bi wî re bû 10  û ew ji hemû tengasiyên wî xelas kir. Xwedê hîkmet da wî û alî wî kir ku Padîşahê Misrê Fîrawûn ji wî razî be. Û Fîrawûn ew li ser Misrê û temamiya mala xwe kir hukimdar. 11  Lê li temamiya Misrê û Kenanê xela rabû, û ew wexteke pir zehmet bû. Xwarina bav û kalên me qet tunebû. 12  Lê Aqûb bihîst ku li Misrê xwarin* heye, û wî cara pêşîn bav û kalên me şandin wê derê. 13  Gava birayên Ûsiv cara diduyan hatin, wî xwe bi eşkereyî nîşanî wan da, û Fîrawûn di heqê malbata wî de pê hesiya. 14  Hingê Ûsiv gazî bavê xwe Aqûb û merivên xwe kir ku ew derbasî Misrê bibin. Ew bi temamî 75 kes bûn. 15  Wisa Aqûb derbasî Misrê bû. Li wê derê ew û bav û kalên me mirin. 16  Hestiyên wan birin Şekemê û xistin tirbeya ku Birahîm bi zîv ji kurên Hamorê Şekemî kirîbû. 17  Gava wexta bicihanîna soza ku Xwedê dabû Birahîm hat, zuriyeta Aqûb di Misrê de gelek zêde dibû. 18  Hingê li Misrê Fîrawûnekî nû dest bi hukimdariyê kir, ê ku Ûsiv nas nedikir. 19  Ew bi hîlebazî li dijî xelkê me rabû, û zor li bavên me kir ku ew zarokên xwe yên nûbûyî terk bikin, da ku ew bimirin. 20  Wê demê, Mûsa hat dinyayê û ew di çavê Xwedê de pir bedew bû. Sê meh ew di mala bavê xwe de hat xwedîkirin. 21  Lê gava wext hat ku terka wî bê dayîn, keça Fîrawûn ew anî ba xwe û wek kurê xwe mezin kir. 22  Bi vî awayî, Mûsa di hemû hîkmeta Misrê de hat perwerdekirin. Ew di gotin û kirinên xwe de yekî jêhatî bû. 23  Gava Mûsa 40 salî bû , daxwaz ket dilê wî ku ew li halê birayên xwe*, yanî li halê Îsraîliyan binêre. 24  Gava wî dît ku neheqî li yek ji wan tê kirin, wî ew parast û heyfa wî hilda û zilamê Misrî kuşt. 25  Mûsa difikirî ku birayên wî wê fehm bikin ku Xwedê dixwaze wan bi destê wî xelas bike, lê wan ev yek fehm nekir. 26  Roja din, gava ew hat ba wan û dît ku ew li hev dixin, wî dixwest ku ew li hev bên û wisa got: ‘Camêrno, ma hûn ne birayên hev in? Hûn çima xerabiyê li hev dikin?’ 27  Lê yê ku xerabî li birayê xwe dikir, Mûsa dehf da û got: ‘Kê tu li ser me kiriye serok û hakim? 28  Çawa ku te duh zilamê Misrî kuşt, ma tu dixwazî min jî bikujî?’ 29  Gava Mûsa ev yek bihîst, ew reviya û çû welatê Mîdyanê. Li wê derê ew wek yekî xerîb dijiya û bû bavê du kuran. 30  Piştî 40 salî, li çola Çiyayê Sînayê, melekek di nav pêta agirê deviyê de ji Mûsa re xuya bû. 31  Gava Mûsa ev yek dît, ew pir şaş ma. Û gava ew nêzîk dibû ku baş bibîne, dengê Yehowa hat bihîstin: 32  ‘Ez Xwedayê bav û kalên te me, Xwedayê Birahîm, Îshaq û Aqûb.’ Hingê Mûsa lerizî û newêrî ku baştir lê binêre. 33  Yehowa ji wî re got: ‘Solên* xwe ji lingên xwe bixe, çimkî cihê ku tu lê sekinî yî, erdê pîroz e. 34  Bi rastî min dît ku miletê min çawa li Misrê tê bindestkirin. Û min hawara wan bihîst û ez hatim jêr ku wan azad bikim. Ezê te bişînim Misrê.’ 35  Îsraîliyan bi van gotinan Mûsa red kir: ‘Kê tu li ser me kiriye serok û hakim?’, lê belê, Xwedê ev Mûsa bi destê melekê ku di nav deviyê de ji wî re xuya bû, wek serok û xelaskar şand. 36  Vî zilamî ew ji wê derê derxistin, û li Misrê, li ber Behra Sor û 40 sal li çolê nîşan û mucîze çêkirin. 37  Ev Mûsa bû, yê ku ji Îsraîliyan re got: ‘Xwedê wê ji nav birayên we pêxemberekî wek min ji we re hilbijêre.’ 38  Mûsa ew kes bû, yê ku bi Îsraîliyan re, bi bav û kalên me re di çolê de bû, û yê ku melek li ser çiyayê Sînayê bi wî re xeber dida. Û wî ji Xwedê gotinên jîndar û pîroz standin ku bigihîne me. 39  Bav û kalên me nedixwest guhdariya wî bikin, û wan ew red kir, û di dilê xwe de vegeriyan Misrê. 40  Wan ji Harûn re got: ‘Ji me re îlahên ku rêberiya me bikin, çêke. Çimkî em nizanin ku çi hat serê vî Mûsayê ku em ji welatê Misrê derxistin.’ 41  Hingê wan golikek çêkir û qurban pêşkêşî vî pûtî kirin, û li ber tiştên ku wan bi destê xwe çêkiribûn, kêf dikirin. 42  Loma Xwedê berê xwe ji wan zivirand û hişt ku ew ji stêrên ezmên re îbadetê bikin, wek ku di kitêba Pêxemberan de hatiye nivîsîn: ‘Ya mala Îsraîl, ma we ji min re 40 sal li çolê qurban pêşkêş dikirin? 43  Na, we konê Molox û stêra Reyfanê îlah hilgirt. We ew pût ji bo îbadetê çêkirin. Loma ezê we wek êsîr bişînim cihên ku ji Babîlê dûrtir in.’ 44  Li çolê konê şahidiyê* yê bav û kalên me hebû. Xwedê ji Mûsa re nîşan da ku ew vî konî çawa çêke, û kon li gor rêberiya Xwedê hat çêkirin. 45  Bav û kalên me ev kon stand û bi Yêşû re bir welatê ku Xwedê ji bo xatirê bav û kalên me miletên din jê derxistin. Ev kon heta rojên Dawid li wê derê ma. 46  Xwedê ji Dawid razî bû, û wî dixwest ji Xwedayê Aqûb re malekê ava bike. 47  Lê yê ku ji wî re malek çêkir, Silêman bû. 48  Lê Xwedayê Jorîn li malên ku bi destê mirovan hatine çêkirin, najî. Wek ku pêxember dibêje: 49  ‘Yehowa dibêje: “Ezman textê min e û erd binlingê min e. Hûnê maleke çawa ji min re çêkin? Yan cihê ku ez lê îstirihetê bikim li ku ye? 50  Ma ne bi destê min ev hemû tişt hatine çêkirin?”’ 51  Ey serhişkno, dil û guhên we girtî ne! Hûn her tim li dijî ruhê pîroz radibin. Çawa ku bavên we dikir, hûn jî eynî wisa dikin. 52  Ma bav û kalên we zilm li kîjan pêxember nedikir? Wan kesên ku ji berê ve behsa hatina yê rast* dikir, kuştin. Û hûn bûn xayîn û mêrkujên vî kesî. 53  Xwedê bi destê melekan Qanûn da we, lê we ew avêt pişt guhê xwe.” 54  Gava wan ev yek bihîst, ew li ser Steyfan pir hêrs ketin û bi diranên xwe qirçeqirç dikirin. 55  Lê Steyfan bi ruhê pîroz ve tije bû, çavê xwe ber bi ezmên ve hilda û rûmeta Xwedê û Îsayê ku li aliyê Xwedê yê rastê sekinî bû, dît. 56  Û wî got: “Va ye, ez ezmên vekirî û Kurê Mirov li aliyê Xwedê yê rastê sekinî, dibînim.” 57  Lê wan guhên xwe girtin û bi qîrîn hicûmî wî kirin. 58  Piştî ku wan ew ji bajêr derxist, wan ew da ber keviran. Şahidên ku ew sûcdar dikir kincên xwe danîn ber lingên xortekî bi navê Saûl. 59  Gava wan Steyfan dida ber keviran, wî ji Îsa rica kir: “Efendiyê min, ez jiyana* xwe didim destê te.” 60  Hingê ew ket ser çokan û bi dengekî bilind got: “Yehowa, li gunehê wan nenêre.” Piştî ku wî ev yek got, ew mir.

Jêrenot

Yan “genim”.
Yan “miletê xwe”.
Bi herfî “sandal”.
Yan “Konê ku nîşan dida ku Xwedê bi wan re bû”.
Yanî Mesîh.
Bi herfî “ruh”.