Li gor Lûqa 4:1-44
4 Îsa bi ruhê pîroz ve tije bû û ji Çemê Urdunê derket û çû. Ruh* ew li çolê gerand,
2 û ew 40 roj li wê derê bû û ji aliyê Îblîs ve hat ceribandin. Di nav wan hemû rojan de Îsa tu tişt nexwar, loma li dawiyê ew birçî bû.
3 Hingê Îblîs ji wî re got: “Eger tu kurê Xwedê yî, ji vî kevirî re bibêje ku bila ew bibe nan.”
4 Lê Îsa ji wî re got: “Hatiye nivîsîn: ‘Mirov ne tenê bi nên dijî.’”
5 Îcar Îblîs ew anî ser çiyayekî, û di saniyeyekê de hemû padîşahiyên dinyayê nîşanî wî dan.
6 Û Îblîs ji wî re got: “Ezê qudret û rûmeta wan hemûyan bidim te, çimkî ew ji min re hatine dayîn, û ez dikarim wan bidim kesê ku ez dixwazim.
7 Eger tu ji min re carekê îbadetê bikî, ew hemû wê bibin yên te.”
8 Îsa ji wî re got: “Hatiye nivîsîn: ‘Ji Xwedayê xwe Yehowa re îbadetê bike û tenê ji wî re xizmeta pîroz bike.’”
9 Piştre wî ew bir Orşelîmê û danî ser cihê herî bilind ê îbadetgehê, û jê re got: “Eger tu kurê Xwedê yî, xwe ji vir bavêje xwarê,
10 çimkî hatiye nivîsîn: ‘Ewê ji bo te emir bide melekên xwe, da ku ew te biparêzin,’
11 û ‘Ewê te li ser destên xwe hilgirin, da ku lingê te nekeve ser kevirekî.’”
12 Îsa cewaba wî da: “Hatiye gotin: ‘Xwedayê xwe Yehowa neceribîne.’”
13 Gava Îblîs hemû ceribandinên xwe xelas kirin, wî heta demeke çêtir dev ji wî berda.
14 Îsa bi qeweta ruhê pîroz vegeriya Celîleyê. Xebera li ser kirinên wî yên baş li temamiya herêmê belav bû.
15 Û wî di sînagogan* de hîn dikir, û hemûyan pesnê wî dida.
16 Paşê ew hat Nasirayê*, cihê ku ew mezin bûbû, û wek her gav ew di roja Sebtê* de çû sînagogê*. Ew rabû ku bixwîne.
17 Destnivîsa Îşaya pêxember dan wî, û wî ew vekir û cihê ku wisa hatibû nivîsîn dît:
18 “Ruhê Yehowa li ser min e, çimkî wî ez hilbijartime, da ku mizgîniyê bidim belengazan. Wî ez şandime ku ez ji girtiyan azadiyê îlan bikim, ji koran re bibêjim ku ewê dîsa bibînin û kesên dilşikestî azad bikim,
19 û behsa sala razîbûna Yehowa bikim.”
20 Piştî vê, Îsa destnivîs li hev pêça, da destê xizmetkarê sînagogê, û çû rûnişt. Çavên hemû kesên ku di sînagogê de bûn li ser wî bûn.
21 Hingê wî ji wan re got: “Ev nivîsara ku we bihîst îro hat cih.”
22 Wan hemûyan dest pê kir ku li ser wî tiştên qenc bibêjin, û ew bi gotinên ku ji devê wî derdiketin, heyran diman. Û wan digot: “Ma ev ne yek ji kurên Ûsiv e?”
23 Hingê wî ji wan re got: “Helbet hûnê vê gotinê li ser min bibêjin: ‘Hekîmo, xwe qenc bike. Me bihîst ku te li Kapernaûmê çi kiriye. Ka li vir li herêma xwe jî wan tiştan bike.’”
24 Û wî got: “Bi rastî tu pêxemberek li bajarê xwe nayê qebûlkirin.
25 Lê ez ji we re rastiyê dibêjim: Di rojên Êlyas de, gava ezman sê sal û şeş mehan hat girtin û li temamiya welêt xelayeke giran çêbû, li Îsraîlê gelek jinebî hebûn.
26 Lê ji xeynî jinebiya ji Sarefata li welatê Saydayê, Êlyas nehat şandin ba tu jinebiyekê.
27 Wekî din, di rojên Êlîşa pêxember de li Îsraîlê gelek kesên bi nexweşiya cuzamê* hebûn. Lê ji xeynî Nemanê Sûrî, tu kes ji wan nehat qenckirin*.”
28 Hemûyên di sînagogê* de, yên ku ev yek bihîst, hêrs ketin.
29 Ew rabûn ser xwe û wan Îsa derxist derveyî bajêr û bir ser kendalê çiyê, yê ku bajarê wan li ser hatibû avakirin, da ku wî bavêjin xwarê.
30 Lê ew di nav wan re derbas bû û çû.
31 Hingê ew hat Kapernaûmê, bajarekî li Celîleyê. Û wî xelk di rojên Sebtê* de hîn dikir.
32 Xelk bi hînkirina wî heyran ma, çimkî wî wek kesekî biqudret xeber dida.
33 Di sînagogê* de zilamekî ku bi cin, bi ruhekî nepak ketibû, hebû. Wî bi dengekî bilind kir qîrîn:
34 “Ey Îsayê Nasirayî! Tu çi ji me dixwazî? Ma tu hatî ku me helak bikî? Ez baş dizanim ku tu kî yî. Tu yê Pîroz î, yê ku Xwedê şandiye.”
35 Lê Îsa li wî emir kir: “Hiş be û ji wî derkeve.” Piştî ku cin ew zilam di nav wan hemûyan de avêt erdê, ew ji wî derket bêyî ku zerarê bide wî.
36 Hemû ecêbmayî man û ji hevdû re gotin: “Ev çi gotin e! Bi qudret û bi qewet ew emir dide cinan* û ew jî derdikevin!”
37 Û wisa xebera li ser wî li temamiya herêmê li her derê belav bû.
38 Piştî ku Îsa ji sînagogê* derket, ew çû mala Şîmûn. Tayeke giran xesûya Şîmûn girtibû, û wan ji Îsa rica kir ku ew alî wê bike.
39 Îsa nêzîkî wê bû û ew ji taya wê qenc kir. Ew di cih de rabû û xwarin ji wan re çêkir.
40 Lê gava roj çû ava, xelkê nexweşên xwe, yên ku bi cure cure nexweşiyan êş dikişand, anîn ba wî. Wî destê xwe danî ser her yekî ji wan û ew qenc kirin.
41 Wekî din, wî gelek cin derxistin. Wan dikir qîrîn û digot: “Tu Kurê Xwedê yî!” Lê Îsa qedexe kir û nehîşt ku ew xeber bidin, çimkî wan dizanibû ku ew Mesîh e.
42 Gava roj hilat, ew ji wê derê derket û çû cihekî tenha. Lê xelkê dest pê kir ku li wî bigerin û hatin cihê ku ew lê bû; û wan rêya wî digirt ku ew neçe.
43 Lê wî ji wan re got: “Gerek ez mizgîniya Hukimdariya Xwedê li bajarên din jî belav bikim, çimkî ji bo vê ez hatime şandin.”
44 Û ew çû ku di sînagogên Cihûstanê de mizgîniyê belav bike.
Jêrenot
^ Yanî qeweta Xwedê.
^ Yan “kenîşte”. Cihê îbadeta Cihûyan.
^ Yan “Nisret”.
^ Yan “roja Şemiyê”. Ev roj ji aliyê Cihûyan ve wek roja îstirihetê dihat bikaranîn.
^ Yan “kenîşte”. Cihê îbadeta Cihûyan.
^ Nexweşiyeke çerm.
^ Bi herfî “paqijkirin”.
^ Yan “kenîşte”. Cihê îbadeta Cihûyan.
^ Yan “roja Şemiyê”. Ev roj ji aliyê Cihûyan ve wek roja îstirihetê dihat bikaranîn.
^ Yan “kenîşte”. Cihê îbadeta Cihûyan.
^ Bi herfî “ruhên nepak”.
^ Yan “kenîşte”. Cihê îbadeta Cihûyan.