Li gor Yûhena 15:1-27

  • Mîsala mêwa rastîn (1-10)

  • Wek Mesîh hez bike (11-17)

    • ‘Ji vê hezkirinê, hezkirina mezintir tune ye’ (13)

  • Dinya ji şagirtên Îsa nefret dike (18-27)

15  Mêwa rastîn ez im, û Bavê min rezvan e. 2  Her çiqilê min, ê ku ber nade, ew dibire, û ew çiqilên ku ber didin paqij dike, da ku ew zêdetir ber bidin. 3  Ji ber gotinên ku min ji we re gotin, hûn êdî paqij in. 4  Bi min re di yekîtiyê de bimînin, û ezê jî bi we re di yekîtiyê de bimînim. Çawa ku çiqilê ku bi mêwê ve nemîne, nikare bi xwe ber bide, bi eynî awayî, eger hûn bi min re ne di yekîtiyê de bin, hûn jî nikarin ber bidin. 5  Mêw ez im, û hûn çiqil in. Yê ku bi min re di yekîtiyê de dimîne, û yê ku ez bi wî re di yekîtiyê de dimînim, ew gelek ber dide, çimkî bêyî min hûn nikarin tiştekî bikin. 6  Eger kesek bi min re di yekîtiyê de nemîne, ewê wek çiqilekî bê avêtin û hişk bibe. Çiqilên wisa tên topkirin, tên avêtin nav êgir û tên şewitandin. 7  Eger hûn bi min re di yekîtiyê de bimînin û gotinên min di dilê we de bimînin, hûn çi bixwazin jî, wê ji we re bê dayîn. 8  Bi vê yekê ku hûn bi zêdeyî ber didin û îsbat dikin ku hûn şagirtên min in, Bavê min tê birûmetkirin. 9  Wek ku Bav ji min hez dike, ez jî ji we hez dikim. Di hezkirina min de bimînin. 10  Eger hûn emrên min bînin cih, hûnê di hezkirina min de bimînin, wek ku min emrên Bav anîne cih û ez di hezkirina wî de dimînim. 11  Min ev hemû tişt ji we re gotin, da ku dilxweşiya we wek dilxweşiya min be û hûnê bi vê dilxweşiyê ve tije bibin. 12  Emrê min ev e: Wek ku min ji we hez kir, hûn jî ji hevdû hez bikin. 13  Ji hezkirina ku kesek ji bo xatirê dostên xwe canê xwe bide, hezkirineke mezintir tune ye. 14  Eger hûn tiştên ku min li we emir kirine bînin cih, hûn dostên min in. 15  Êdî ez ji we re nabêjim xulam, çimkî xulam nizane ku axayê wî çi dike. Lê ez ji we re dibêjim dostên min, çimkî her tiştê ku min ji Bavê xwe bihîstiye, min ji we re gotiye. 16  Ne we ez hilbijartime, lê min hûn hilbijartine ku hûn herin û bi dewamî ber bidin, û ku berê we bimîne. Hingê hûn bi navê min çi ji Bav bixwazin, ewê bide we. 17  Ez van tiştan li we emir dikim, da ku hûn ji hevdû hez bikin. 18  Eger dinya ji we nefret dike, bizanin ku berî ku ew ji we nefret bike, wê ji min nefret kiriye. 19  Eger hûn wek kesên vê dinyayê bûna, dinyayê wê ji we hez bikira. Lê belê, ji ber ku hûn ne wek kesên vê dinyayê ne, lê min hûn ji dinyayê hilbijartine, dinya ji we nefret dike. 20  Gotina ku min ji we re got, bînin bîra xwe: Xulam ji axayê xwe ne mezintir e. Madem ku wan zilm li min kiriye, ewê zilmê li we jî bikin. Eger wan gotinên min anîne cih, ewê gotinên we jî bînin cih. 21  Lê ewê van hemû tiştan ji ber navê min bînin serê we, çimkî ew yê ku ez şandime nas nakin. 22  Eger ez nehatama û ji wan re negota, gunehê wan wê tunebûya. Lê niha ew nikarin gunehê xwe înkar bikin. 23  Kesê ku ji min nefret dike, ji Bavê min jî nefret dike. 24  Eger min mucîzeyên ku tu kesê din çênekirin, di nav wan de çênekirana, gunehê wan wê tunebûya. Lê niha wan ez dîtime, û ew ji min nefret dikin, û ew ji Bavê min jî nefret dikin. 25  Lê wisa çêbû, da ku gotinên ku di Qanûna wan de hatine nivîsîn, bên cih: ‘Wan bê sebeb ji min nefret kir.’ 26  Gava alîkarê ku ezê ji ba Bav ji we re bişînim were, yanî ruhê rastiyê yê ku ji Bav tê, ewê ji bo min şahidiyê bike. 27  Û gerek hûn jî şahidiyê ji bo min bikin, çimkî hûn ji destpêkê ve bi min re bûne.

Jêrenot