KILAM 110
Bi Dilxweşî Xizmet Bike
(Nehemya 8:10)
-
1. Nîşana Padîşahiya ezmanan
êdî zelal xuya dike.
Pir nêzîk e xelasbûna dilpakan,
vê xeberê belav bike!
(DÎSGOTIN)
Yehowa zinar û stara me ye,
ew hêz û qewetê dide.
Bi dengê bilind pesnê Xwedê bide
û bi hêviya xwe şa bibe.
Yehowa zinar û stara me ye,
bila her kes wî nas bike.
Her tim bi dilsozî û bi dilxweşî
ji Yehowa re xizmet bike.
-
2. Dostên Xwedê cesûr û hêvîdar in,
çimkî ew wan diparêze.
Îlan bike roja Xwedê ya mezin,
her însan jê agahdar be!
(DÎSGOTIN)
Yehowa zinar û stara me ye,
ew hêz û qewetê dide.
Bi dengê bilind pesnê Xwedê bide
û bi hêviya xwe şa bibe.
Yehowa zinar û stara me ye,
bila her kes wî nas bike.
Her tim bi dilsozî û bi dilxweşî
ji Yehowa re xizmet bike.
(Li van ayetan jî binêre: 1. Dîr. 16:27; Zeb. 112:4; Lûqa 21:28; Yûh. 8:32)