KILAM 66
Mizgînê Belav Bike
(Peyxam 14:6, 7)
-
1. Peyva Xwedê sira pîroz eyan dike,
ew rastî û ronahiyê xuya dike.
Em hîn bûne ku Padîşahiya Xwedê
wê bereketên mezin bîne dinyayê.
Ev Padîşahî îro êdî saz bûye,
erd wê bibe cenet
di demeke nêzîk de.
Îsa Mesîh wê padîşahiyê bike
bi sed û çil û çar hezar kesên din re.
-
2. Îro mizgîna Padîşahiya Xwedê
gerek were belavkirin li her derê.
Wexta ku em hukmên Xwedê îlan dikin,
melekên Yehowa jî alî me dikin.
Xwedê dixwaze ku em pesnê wî bidin,
gerek em navê wî
her daîm pîroz bikin.
Yehowa daye îmtiyazeke mezin,
em vî îşî bi serbilindî pêk tînin!
(Li van ayetan jî binêre: Mar. 4:11; Kar. 5:31; 1. Kor. 2:1, 7)