KILAM 86
Yehowa Me Hîn Dike
(Îşaya 50:4; 54:13)
-
1. Yehowa rêberî û şîretê dide,
roj bi roj ew me dielimîne.
Em pir spasdar in, dilê me şa ye,
xwarina ruhî têr û tije ye.
-
2. Em muhtacî perwerdeya Yehowa ne,
loma em civînên xwe bernadin.
Ruhê Yehowa li wê derê ye,
em rêya ronahiyê hîn dibin.
-
3. Çi şîrîn e dengê xizmetkarên Xwedê,
kilamên wan dilê me xweş dikin.
Em pir dilşad in li vê civatê,
bila em her tim tê de bimînin!
(Li van ayetan jî binêre: Îbr. 10:24, 25; Pey. 22:17)