Gelo Kitêba Pîrozda Hatiye Pêxembertîkirinê, ku Wedê Meda Meriv wê Çi Cûreyî bin?
Caba Kitêba Pîroz
Belê. Kitêba Pîrozda hatiye pêxembertîkirinê, ku wedê meda meriv wê diha xirab bin. Xêncî wê yekê ev usa jî dide kifşê, wekî ji bo vê guhastinê normên nav-namûsiyê û qîmetên meriya, wê nimiz bin a (2 Tîmotêyo 3:1-5). Lê Kitêba Pîrozda usa jî hatiye gotinê, wekî wê hebin merivên usa, ku dûrî wan tişta bin. Ewana wê pê alîkariya Xwedê nekevine bin hukumê merivên xirab, him jî wê bi fikir û rabûn-rûniştina xwe, Xwedê xweş bên (Îşaya 2:2, 3).
Vê gotarêda
Kitêba Pîroz çi pêxembertî kiriye derheqa merivên îroyîn?
Kitêba Pîrozda hûr bi hûr tê şirovekirinê, wekî wedê meda wê rabûn-rûniştin û xeysetên meriya çi cûreyî bin û wê hîmê vê yekê xwehizî be. Meriv wê bibin “xwehiz”, “temsist”, “rihetîhiz, ne ku Xwedêhiz” (2 Tîmotêyo 3:2-4).
Ev pêxembertî îro tê sêrî, çimkî meriva hiş-aqilê xwe dane ser xwestinên xwe, kara xwe û kêfa xwe. Ew xeyset îro usa belabûyî ne, ku gelek meriv xwestinên xwe, ser her tiştîra bilindtir digirin û ewana têne navkirinê Nisilê Ez Ez Ez. Ewana usa ketine heyra xwe, ku bûne neyarên qenciyê. Ewana bûne bêşêkir, ne jî difikirin ku gerekê razî bin bi tiştên ku cem wana hene, yan jî razîbûnê bidine kifşê gava wanara qenciyê dikin (2 Tîmotêyo 3:2, 3).
Xwehizî ye meniya wê yekê ku nihêrandina meriva vî cûreyî bûye, û ji bo vî hunurî gelek hunurên din jî pêşda tên, kîjan ku dikevine nava nîşana rojên me. Ev hene:
Timayî. Îro gelek meriv bûne “perehiz”. Ewana difikirin ku pere yan hebûka wan dide kifşê, ku ewana pêşdaçûyî ne (2 Tîmotêyo 3:2).
Babaxî. Îro heçî zef meriv bûne “kubar, babax, kifir” û “xwerazî” (2 Tîmotêyo 3:2, 4). Merivên usa hiz dikin xwe bidine kifşê û xwe qure kin bi fereset, xeyset û hebûka xwe.
Buxdanbêjî. Îro merivên “buxdanbêj” hemû dera hene (2 Tîmotêyo 3:2, 3). Ewana buxdana davêjine meriva û înformasiya nerast derheqa wan bela dikin. Ewana hela hê hindava Xwedê jî xwe usa didine kifşê.
Xwerazî. Îro gelek meriv “nemam, culet, xwerazî” ne (2 Tîmotêyo 3:2-4). Merivên usara çetin e ziman bivînin û tiştekî tevayî safî kin. Ewana him jî xweyê sozê xwe nînin.
Zulmkarî. Roja îroyîn meriv “zulmkar” in, zû hêrs dikevin, ji bo çi jî şer-dew pêşda tên (2 Tîmotêyo 3:3).
Neheqî. Îsa pêxembertî kir, ku wedê meda neheqî wê diha zêde be (Metta 24:12). Ewî usa jî got, ku hemû ciya emê derheqa “şer û dewa bibihên” (Lûqa 21:9).
Malbetêda kêmasiya hizkirinê. Îro zar “gura dê-bavada” nînin û meriv hindava malbeta xweda “dilsar” in. Ji bo vê yekê neferên malê zorbetiyê hev dikin, hindava hevda bêxem in û hev bêhurmet dikin (2 Tîmotêyo 3:2, 3).
Durûtî hebandinêda. Îro hê zêde meriv dibêjin ku Xwedêra xizmet dikin, lê bi rastî ewana tenê navê “xwedênasiyê” didine ser xwe (2 Tîmotêyo 3:5). Dewsa ku gura Xwedê bikin, ewana pey wan serwêrên rêlîgî diçin, yên ku tiştên “li guhê wan xweş tê” wanra dibêjin (2 Tîmotêyo 4:3, 4).
Çi cûreyî merivên xwehiz ser yên din hukum dibin?
Îro xwehizî gelek bela bûye û ji bo wê yekê meriv dikevine strêsê, û problêmên êmosiyalî û psîxîkî bal wan pêşda tên (Waîz 7:7). Mesele, merivên perehiz, kesên mayîn bona kara xwe didine xebatê. Merivê dilsar û bêrem, hindava malbeta xweda xwe xirab dide kifşê, û neferên wî ji bo vê yekê dikarin bikevine dêprêsiyayê û hela hê bixwazin xwe bikujin jî. Him jî merivê nemam, bi neaminiya xwe dikare dilê yên din bêşîne.
Çima bi temamî meriv hê xirab bûne?
Kitêba Pîroz şirovedike, ku çima meriv usa hatine guhastinê:
Hizkirina rast hindava Xwedê û meriya sar dibe (Metta 24:12). Ji bo vê yekê xwehizî diha pêşda tê.
Mîrê-cina ji ezmên hatiye avîtinê ser erdê (Eyantî 12:9, 12). Ji wî çaxî ew hukum dike ser meriva, lema jî ewana usa xwehiz û xirab bûne (1 Yûhenna 5:19).
Em çi cûreyî gerekê xwe bidine kifşê hindava merivên ku xirabiyê dikin?
Xebera Xwedêda nivîsar e: “Xwe ji yên aha dûr bigire” (2 Tîmotêyo 3:5). Ev nayê hesabê, ku em gerekê xwe ji hemû meriya dûr bigirin. Lê em tevî merivên xwehiz, yên ku bi prînsîpên Xwedê najîn, hevaltiya nêzîk nakin (Aqûb 4:4).
Gelo hemû meriv wê aliyê xirabda bêne guhastinê?
Na. Kitêba Pîrozda hatiye pêxembertîkirinê, wekî hine meriv wê ji bo xirabiya vê dinyayê biçerçirin û binelin (Hezeqêl 9:4). Ewana wê xwehiz nîbin û bi normên Xwedê bijîn. Ji xeberdan û kirên wan wê eşkere bê kifşê, wekî ewana ji yên mayîn cude dibin (Malaxî 3:16, 18). Mesele, ewana wê xîret bikin ku tevî hemû meriva edilayêda bin û wê tevî şer-dewa û zorbetiya nebin (Mîxa 4:3).
Gelo axiriyêda temamiya însanetê wê bikeve nava bêterbetiyê?
Na, tiştê usa wê neqewime. Zûtirekê Xwedê wê wan meriya kuta ke, yên ku normên Wî pêpes dikin (Zebûr 37:38). Ew wê “erdekî nû” çêke, dêmek însaneta nû ser erdê, kîderê ku merivên milûk wê heta-hetayê bextewariyêda bijîn (2 Petrûs 3:13; Zebûr 37:11, 29). Ev hêvî rêalî ye. Îda nihada Kitêba Pîroz alî meriya dike, ku jîyîna xwe aliyê başda biguhêzin û li gora normên Xwedêyî rast bijîn (Efesî 4:23, 24).
a Halê dinya îroyîn dide kifşê, ku em “rojên axiriyêda” dijîn, dêmek “zemanên” xirabda, çawa ku Kitêba Pîroz pêxembertî kiriye (2 Tîmotêyo 3:1). Bona hê zêde elametî binihêre gotar, “Gelo Çi ye ‘Nîşana Rojên Axiriyê?’”