PIRSÊN CAHILA
Ça Malperên Sosyalî ser Min Hukum Dikin?
Dê-bavên te îzinê didine te, ku malperên sosyalî bidî xebatê? Hergê erê, ev gotar wê sê derecên ferzda alî te bike.
Ser vê rûpêlê
Malperên sosyalî ça ser wedê min hukum dikin?
Xebitandina malperên sosyalî mîna vê yekê ye, ku çaxê ser hespê siyar dibî, yan tu hesp kontrol dikî, yan jî hesp te kontrol dike.
“Meriv dikare malperên sosyalîva bê girêdanê û ev yek dikare gelek wede ji me bistîne. Cara usa dibe ku ez difikirim, wekî ezê tenê çend deqe ser vê yekê xerc kim, lê paşê divînim ku çend sihet derbaz bûye”—Coana.
We zanibû? Malperên sosyalî usa hatine sazkirinê, wekî meriv pêva bêne girêdanê. Sazkarên wan malpera zanin, ku malper çiqas hewas be û meriv çiqas zef wedê xwe ser xerc dikin, haqas diha zef wê xweyê rêklama pere bidine wan.
Pirsê bide xwe: “Gelo gava ez malperên sosiyalîda nim, gelek car usa dibe ku ez haş ji xwe tune me, wekî wede ça diçe? Gelo ez dikarim parek ji wî wedeyî ser tiştên diha ferz xerc kim?”
Tu çi dikarî bikî? Pêşda safî ke ku çiqas wede tuyê ser malperên sosyalî xerc kî û ji wê zêdetir wede ser wan malpera xerc neke.
“Min têla xweda wede kifş kiriye bona hine malperên sosyalî, û çaxê ew wede temam dibe, ev malper têne dadanê. Usa ez hîn bûme wedê xwe kontrol kim”—Tîna.
Prînsîpa Kitêba Pîroz: “Dest bidine ber wext” (Efesî 5:16).
Malperên sosyalî ça ser xewa min hukum dikin?
Heçî zef lêkolînkar dibêjin, ku cahil gerekê kêmî-kêm heyşt siheta razên, lê bi rastî heçî zef ji wana xewa xwe nastînin. Menîk ew e, ku ewana pêşiya razanê malperên sosyalî didine xebatê.
“Pêşiya razanê ez têla xwe dinihêrim, hela kesek neme ne nivîsî ye. Lê usa dertê, ku ez bi siheta dîna xwe didime malperên sosyalî. Ez gelek dixwazim terka wî xeysetî bidim”—Marîya.
We zanibû? Çaxê xewa xwe hilnadin, ev yek dikare bibe menî, ku xemgînî û dêprêsiya pêşda bê. Psîxolojek bi navê Cîn Tvêng dibêje, ku “gava meriv xewa xwe hilnade, ev yek gelek xirab hukum dike ser beşera meriv, û wede şûnda ev dikare bibe meniya nexweşiyên psîxîkîye giran”. a
Pirsê bide xwe: “Ez şev çiqas siheta radizêm? Gelo dewsa ku ez xwe hazir kim wekî wededa razêm, ez heta dereng malperên sosiyalîda me?”
Tu çi dikarî bikî? Hacetên êlêktronîk wê otaxêda nehêle, kîderê ku tu radizêyî. Du sihet pêşiya razanê, wan malpera nede xebatê. Hergê tu zengilê didî ser, wekî hişyar bî, usa bike wekî ew zengil ser têl yan jî ser planşêta te nîbe.
“Cara ez heta dereng têlêda me. Lê ez ser xwe dixebitim, wekî terka vê yekê bidim. Ez dixwazim bibime merivekî gihîştî û cabdar. Lema jî min nêt daniye pêşiya xwe, wekî wededa razêm, seva ku sibetirê qewata min hebe her tiştên lazim bikim”—Cêrêmî.
Prînsîpa Kitêba Pîroz: “Kîjan here qenc e, hûn wê bibijêrin” (Fîlîpî 1:10).
Malperên sosyalî ça ser êmosiyên min hukum dikin?
Çaxê pirs dane keçikên ku mektebêda komên bilindda hîn dibin, pêhesiyan wekî nîvî ji wan “timê xemgîn in û gumana xwe unda dikin”. Meniya sereke malperên sosyalî ne. Doxtorê psîxolojiyayê Lêonard Saks, dibêje: “Çiqas wede hûn malperên sosyalîda derbaz dikin û xwe beramberî merivên din dikin, haqas hê zêde ew yek aliyê êmosiyalîda ser we xirab hukum dike”. b
“Qîz û xort timê xwe beramberî kesên din dikin, û malperên sosyalî vî alîda halê wan diha xirab dike.Tu bi siheta dîna xwe didî emirê merivên din û wê yekê beramberî emirê xwe dikî. Yan jî divînî, ku çawa hevalên te wedê xwe derbaz dikin û difikirî, wekî tu mîna wan wedê xwe ça lazim e derbaz nakî”—Fîbê.
We zanibû? Bi saya malperên sosyalî meriv dikare tevî hevalên xwe têklî be, lê dîsa jî xeberdana rêalî diha baş e. Zandarekî bi navê Nîkolas Kardaras, yê ku lêkolîn dike wekî çawa meriv têxnolojiyêva têne girêdanê, dibêje: “Merivara diha tebiyetî ye bi rêalî hevdura xeber din, ne ku bi onlayn”. c
Pirsê bide xwe: “Çaxê ez malperên sosyalîda dinihêrim ça hevalên min wedê xwe derbaz dikin, gelo ez tenêbûnê texmîn dikim? Gelo ez difikirim wekî emirê min himberî emirê hevalên min hewas nîne? Gelo ez dilteng dibim gava meriv ser şikil, vîdêo û tiştên din ku ez datînim ser malperên sosyal, “layka” hindik datînin yan jî qe danaynin?”
Tu çi dikarî bikî? Xwe wedekî ji malperên sosyalî ça bêjî biqetîne, mesele ser çend roja, heftêkî yan jî ser mehekî. Ev wedê xwe hê zêde tevî hevalên xwe derbaz ke, yan wanra pê têlê xeber de. Paşê binihêre, hela strêsa te hê kêm bûye û tu hê zêde eşq-şa yî, yan na, çimkî tu ser wedekî ji malperên sosyalî hêsa bûyî.
“Çaxê ez malperên sosyalîda me, ez têderdixim wekî dîna min pêda diçe ser vê yekê, ku meriv çi dikin. Lê gava min malpera xwe temiz kir, min texmîn kir, ku tê bêjî barekî giran ji milê min ket. Û derbêra wedê min diha zêde bû, wekî şixulên kêrhatî bikim”—Brîana.
Prînsîpa Kitêba Pîroz: “Bira her kes kirinên xwe bide ser mêzînê û paşî hingê ji xwe razî be, ne ku xwe himberî hevalê xwe ke” (Galatî 6:4).