GOTARA BONA HÎNBÛNÊ 30
KILAMA 36 Dilê Xwe Xwey ke
Ji Padşên Îsraêlê Dersên Ferz Hîn bin
“Hûnê dîsa firqiya nav kesên rast û xirabda fem bikin. Hûnê haş ji wan kesa hebin ku xulamtiya Xwedê dikin yan na” (MALAXÎ 3:18, ÎM).
VÊ GOTARÊDA
Emê derheqa Padşên Îsraêlê şêwir kin, û ev yek wê alî me bike pêbihesin, ku em gerekê çi bikin wekî dilê Yehowa şa kin.
1-2. Kitêba Pîroz derheqa hine padşên Îsraêlê çi dibêje?
KITÊBA PÎROZ besa 40 padşên Îsraêlê a dike, û eşkere dibêje ku wana çi dikir û çi nedikir. Nav wanda padşên baş û padşên xirab jî hebûn. Lê padşên baş jî carna tiştên xirab dikirin. Mesele, Dawid padşakî baş bû. Yehowa derheqa wî usa got: “Xulamê min Dawid . . . bi hemû dilê xwe li pey min hat û tenê tiştên di çevê minda rast in kir” (1 Padşatî 14:8, ÎM). Dîsa jî, Dawid Padşa carekê tevî jinikeke mêrkirî bênamûsî kir û serda jî mêrê wê da kuştinê (2 Samûyêl 11:4, 14, 15).
2 Ji aliyê dinva jî, gelek padşên xirab carna tiştên baş jî dikirin. Mesele, Rehobowam Padşa “tiştê ku xirab e” dikir (2 Dîrok 12:14). Dîsa jî gava Yehowa jêra got, wekî tevî deh eşîrên ku ji padşatiya wî veqetiyan, şer neke, Rehobowam guh da Wî. Usa jî Rehobowam bajarên welat himberî dijmina xwey kir (1 Padşatî 12:21-24; 2 Dîrok 11:5-12).
3. Kîjan pirseke ferz pêşda tê, û vê gotarêda emê derheqa çi şêwir kin?
3 Lê pirseke ferz pêşda tê. Hergê padşên Îsraêlê him tiştên baş dikirin him jî tiştên xirab, Yehowa ser hîmê çi safî dikir, ku filan padşa wîra amin e yan na? Caba vê pirsê wê mera nîşan e, ku em gerekê çi bikin, wekî Yehowa ji me razî be. Vê gotarêda emê dîna xwe bidine sê tişta, kîjan ku Yehowa hildida hesab, wekî pêbihese hela filan padşa wîra amin bû yan na. Ya pêşin, gelo ewî bi temamiya dilê xwe Yehowa hez dikir? Ya duda, gelo ewî ji dil tobe dikir? Û ya sisiya, gelo ewî bi cûrê rast Yehowa diheband?
BI TEMAMIYA DILÊ XWE YEHOWA HEZ BIKIN
4. Firqîke orta padşên baş û padşên xirabda çi bû?
4 Yehowa wan padşa qebûl dikir, yên ku bi temamiya dilê xwe b wîra xizmet dikirin. Mesele, Yehoşefat, yê ku padşakî baş bû, “bi hemûya dilê xwe li Xudan geriya” (2 Dîrok 22:9). Lê derheqa Yoşiya Kitêba Pîrozda usa tê gotinê: “Bi temamiya dil û canê xwe, bi temamiya hêza xwe wek padşakî ku li Xudan vegere, ne beriya wî û ne jî paşî wî tu kesê wek wî derneket” (2 Padşatî 23:25, ÎM). Gelo Kitêba Pîrozda derheqa Silêman Padşa, yê ku emirê xweyî mezinda xirabî dikir, çi tê gotinê? “Ewî bi temamî dilê xwe nesparte Xwedayê xwe Xudan” (1 Padşatî 11:4, ÎM). Xêncî vê yekê, Kitêba Pîroz derheqa Abiyam, yê ku padşakî xirab bû, usa dibêje: “Ewî dilê xwe bi temamî nesparte Xwedê Xudan” (1 Padşatî 15:3, ÎM).
5. Şirovekin ku çi tê hesabê bi temamiya dilê xwe Yehowa hez kin?
5 Lê gelo çi tê hesabê bi temamiya dilê xwe Yehowara xizmet kin? Merivê ku bi temamiya dilê xwe Yehowara xizmet dike, vê yekê ne tenê ji bo borcdariyê dike, lê çimkî ew Wî gelek hez dike û qedirê Wî digire. Û ew berdewam dike temamiya emirê xwe vê yekê bike.
6. Gelo em ça dikarin dilê xwe biparêzin? (Metelok 4:23; Metta 5:29, 30)
6 Gelo em ça dikarin çev bidine padşên baş û mîna wan bi temamiya dilê xwe Yehowa hez bikin? Bona vê yekê em gerekê xwe ji tiştên xirab dûr bigirin. Mesele, ji wedederbazkirinên xirab, hevalên xirab û pereheziyê, çi ku dikarin xirab ser dilê me hukum kin. Lema jî hergê em têderxin, ku tiştek hezkirina Yehowa dilê meda sist dike, em gerekê derbêra ser xwe bixebitin, wekî fikir û kirên xwe biguhêzin (Bixûne Metelok 4:23; Metta 5:29, 30).
7. Çira ferz e ku em xwe ji tiştên xirab dûr bigirin?
7 Em gerekê îzinê nedin, ku tiştek ser dilê me xirab hukum ke. Hergê em fesal nîbin, em dikarin bifikirin, ku em şixulên ruhanîda kar dikin, lema jî emê nekevine ber bayê hukumê xirab. Bide ber çevê xwe, wekî tu rojeke sar vedigerî malê û tu destpêdikî malê germ kî. Lê hergê tu derî vekirî bihêlî, gelo mal wê germ be? Na, hewa sar wê bikeve hundur û mal wê germ nebe. Mîna vê yekê, bes nîne ku em dostiya xwe tevî Yehowa bi saya xwarina ruhanî germ kin. Xêncî vê yekê, lazim e ku em derê dilê xwe bigirin, wekî “hewa sar”, dêmek nihêrandinên xirab yên vê dinyayê, nekevine dilê me (Efesî 2:2).
EM GEREKÊ JI DIL TOBE BIKIN
8-9. Dawid û Hizqiya Padşa xwe ça dane kifşê, gava gunên wan dane rûyên wan? (Binihêre şikil.)
8 Çawa me dît, Dawid Padşa carekê şaşîke mezin kir. Lê gava Natan pêxember hat û gunê wî da rûyê wî, Dawid bi milûktî tobe kir (2 Samûyêl 12:13). Ewî usa kir ne ji bo vê yekê, wekî Natan bixalifîne û ji cezakirinê xilaz be, lê Zebûra 51-da ji giliyên wî em fem dikin, ku bi rastî tobekirina wî ji dil bû (Zebûr 51:3, 4, 17, pêşgotin).
9 Hizqiya Padşa jî himberî Yehowa gune kir. Kitêba Pîroz dibêje: “Ji ber ku dilê wî bilind bû . . . bi ser wîva û bi ser Cihûda û Orşelîmêva hêrs hat” (2 Dîrok 32:25). Gelo çira qurebûn kete dilê Hizqiya? Menî dibeke ev bû, ku hebûka wî gelek bû, ku ew miqabilî ordiya Asûrê serketibû, yan jî ew bi keremetî ji nexweşiya xwe qenc bibû. Dibeke ewî ji bo qurebûnê temamiya hebûka xwe nîşanî Babîloniya kir. Lema jî lazim bû ku Îşaya pêxember şîretê bide wî (2 Padşatî 20:12-18). Lê mîna Dawid Padşa, Hizqiya Padşa jî bi milûktî tobe kir (2 Dîrok 32:26). Axiriyêda Yehowa ew ça padşakî amin û baş hesab kir, çimkî ewî berdewam dikir tiştên rast bike (2 Padşatî 18:3).
10. Gava pêxember şîret da Amatsya, ewî çi kir?
10 Lê Padşê Cihûdayê Amatsya, ne mîna Dawid û Hizqiya bû. Ewî tiştên rast dikir, “lê belê ne bi hemûya dil” (2 Dîrok 25:2). Gelo şaşiya wî çi bû? Çaxê Yehowa alî wî kir, wekî ew himberî Edomiya serkeve, Amatsya ber pûtên wan kete ser çoka c. Paşê, gava pêxemberê Yehowa şîret da wî, padşa guh nedayê (2 Dîrok 25:14-16).
11. Li gora 2 Korintî 7:9, 11, em gerekê çi bikin, wekî bêne baxşandinê? (Binihêre usa jî şikil.)
11 Ji van mesela em çi hîn dibin? Em gerekê gunên xwe tobe kin û xîret bikin, wekî dîsa wan şaşiya nekin. Hergê rûspiyên civatê hela hê bona tiştekî biçûk jî şîretê bidine me, em gerekê çi bikin? Gerekê em nefikirin, ku Yehowa me hez nake, yan jî rûspî miqabilî me ne. Çawa me dît, padşên baş yên Îsraêlê jî carna şîret distandin (Îbranî 12:6). Gava em şîretê distînin, were em (1) bi milûktî qebûl kin, (2) ser xwe bixebitin ku guhastina bikin û (3) berdewam kin bi temamiya dilê xwe Yehowara xizmet kin. Hergê em gunên xwe tobe kin, Yehowa wê bibaxşîne me (Bixûne 2 Korintî 7:9, 11).
BI CÛRÊ RAST YEHOWARA XIZMET KIN
12. Padşên amin merivne çi cûreyî bûn?
12 Padşên ku ber çevê Yehowa amin bûn, bi cûrê rast wî dihebandin, û wana cimeta Yehowa hêlan dikir, wekî ewana jî usa bikin. Hemikî kêmasiyên wan hebûn, lê wana tenê Yehowa diheband û xîret dikirin, ku pûtparistiyê ji welêt kuta kin. d
13. Yehowa çira Ahab Padşa ça kesê neamin hesab kir?
13 Yehowa çira hine padşa ça kesên neamin hesab dikir? Hemikî ev yek nayê hesabê, ku wana tenê xirabî dikir. Mesele, gava padşê xirab, Ahab, bihîst ku Nabot rûyê wîda hate kuştinê, ew hinekî xemgîn û poşman bû (1 Padşatî 21:27-29). Ewî usa jî hine bajar ava kirin û hine şerada serketibû (1 Padşatî 20:21, 29; 22:39). Lê Ahab dikete ber bayê jina xweye pûtparist û piştgiriya pûtparistiyê dikir û tu car gunê xwe nedida rûyê xwe (1 Padşatî 21:25, 26).
14. (a) Yehowa çira Rehobowam Padşa ça merivekî neamin hesab kir? (b) Heçî zef padşên neamin çi dikirin?
14 Rehobowam jî padşakî neamin bû. Çawa ku abzasa dudada hate gotinê, ewî wedê serwêrtiya xwe hine tiştên baş dikir. Lê gava padşatiya wî qewî bû, ewî Qanûna Yehowa pişt guhê xweva avît û destpêkir xudanên qelp bihebîne (2 Dîrok 12:1). Paşî vê yekê, ewî carna Yehowa û carna jî pût dihebandin (1 Padşatî 14:21-24). Mîna Rehobowam û Ahab, gelek padşên din jî ji hebandina rast dûr diketin û xudanên qelp dihebandin. Eyan e, ku nihêrandina Yehowa hindava padşa, vê yekêva girêdayî bû, ku ewî bi cûrê rast jêra xizmet dikir yan na.
15. Bona Yehowa çira ferz e, ku meriv bi cûrê rast wî bihebînin?
15 Bona Yehowa çira hebandin usa ferz bû? Ya pêşin, cabdariya padşa ew bû, ku rêberiya cimetê bike, wekî her kes Yehowara xizmet ke. Xêncî vê yekê hebandina qelp, dibe sebebê neheqiyê û gunên giran (Hoseya 4:1, 2). Miletê Îsraêlê û padşên wan soz dabûn, ku wê tenê Yehowara xizmet kin. Lema jî, Kitêba Pîroz pûtparistiya wan beramberî zinêkariyê dike (Yêremya 3:8, 9). Kesê zewicî, yê ku zinêkariyê dike, himberî jin yan mêrê xwe gune dike. Mîna vê yekê, gava xizmetkarekî Yehowa jêra amin namîne, ew gelek dilê Wî dêşîne e (Qanûna Ducarî 4:23, 24).
16. Ber çevê Yehowa, firqiya orta kesê baş û kesê xirab çi ye?
16 Ji van serhatiya, em dikarin çi hîn bin? Ya pêşin, gelek ferz e ku em xwe ji hebandina qelp dûr bigirin. Usa jî, em gerekê bi vî cûreyî Yehowara xizmet kin çawa ku ew dixwaze, û bi dil û can vê yekê bikin. Malaxî pêxember eşkere got, ku ber çevê Yehowa, firqiya orta kesekî baş û kesekî xirabda çi ye: “Hûnê dîsa firqiya nav kesên rast û xirabda fem bikin. Hûnê haş ji wan kesa hebin ku xulamtiya Xwedê dikin yan na” (Malaxî 3:18, ÎM). Lema jî, were em îzinê nedin ku tiştek, mesele kêmasî yan şaşîke me, riya me bigire Yehowara xizmet kin. Hergê em Yehowara xizmet nekin, ev yek îda gunekî giran e.
17. Safîkirina me ku kêra bizewicin, ça dikare ser dostiya me tevî Yehowa hukum ke?
17 Hergê tu azep î û dixwazî bizewicî, giliyên Malaxiya ça dikarin ser safîkirina te hukum kin, ku tevî kê malbetê saz kî? Diqewime hine xeyset-hunurên wî merivî, kîjanî ku tu begem dikî, baş in, lê hergê ew Yehowara xizmet nake, gelo ew ber çevê Yehowa merivekî rast e? (2 Korintî 6:14) Hergê tu merivekî usa bistînî, gelo ewê alî te bike, wekî tu diha nêzîkî Yehowa bî? Hela bifikire: Dibeke hine jinên Silêman Padşa, yên ku pûtparist bûn, baş bûn, lê wana Yehowara xizmet nedikir, û gav bi gav, ewana bûne sebebê vê yekê, ku Silêman jî destpêkir xudanên qelp bihebîne (1 Padşatî 11:1, 4).
18. Dê-bav gerekê çi zarên xwe hîn kin?
18 Dê-bavno, hûn dikarin bi alîkariya serhatiyên padşên berê alî zarên xwe bikin, ku ewana bi dil û can Yehowara xizmet kin. Nîşanî wan kin, ku ber çevê Yehowa, padşên ku jêra xizmet dikirin, merivne baş bûn, lê yên ku jêra xizmet nedikirin, xirab bûn. Bi gotin û kirên xwe nîşanî zarên xwe bikin, ku tiştên usa ça xwendina Kitêba Pîroz, çûyîna ser civata û belakirina mizgîniyê, ji hemû şixulên din ferztir in (Metta 6:33). Dê-bavno, zarên we ne ku bona xatirê we, lê bi rezedilî gerekê Yehowara xizmet kin û heleqetiya xwe tevî wî qewî kin. Hergê usa nîbe, wext şûnda şixulên ruhanî wê bona wan ferz nîbin û ewana wê nexwazin Yehowara xizmet kin.
19. Çi guman heye bona vî merivî, yê ku îda Yehowara xizmet nake? (Binihêre usa jî çargoşe “ Tu Dikarî Vegerî bal Yehowa!”)
19 Gelo ev meriv, yê ku îda Yehowara xizmet nake, dikare dîsa heleqetiya xwe tevî Wî qewî ke? Belê, ew dikare tobe ke û vegere bal Yehowa. Bona vê yekê, diqewime lazim be, ku ew bi milûktî ji rûspiyên civatê alîkariyê qebûl ke (Aqûb 5:14). Belê, hêjayî ye ku meriv her tiştî bike, seva ku dîsa bibe dostê Yehowa.
20. Hergê em çev bidine padşên amin, Yehowa wê ça ser me binihêre?
20 Em ji serhatiyên padşên Îsraêlê çi hîn bûn? Were em mîna padşên amin bi temamiya dilê xwe Yehowara xizmet kin. Ji şaşiyên xwe hîn bin, tobe kin û ser xwe bixebitin wekî xwe rast kin. Were em usa jî tu car bîr nekin, ku çiqas ferz e tenê Yehowa, Xwedayê rast bihebînin. Belê, hergê em Yehowara amin bimînin, Ewê me ça merivên rast hesab ke!
KILAMA 45 Fikirên Dilê Min
a Vê gotarêda, xebera “padşên Îsraêlê” derheqa hemû padşa tê gotinê, yên ku serwêrtiya cimeta Yehowa dikirin. Ev hebûn padşên 2 eşîrên Cihûdayê, padşên 10 eşîrên Îsraêlê, yan jî padşên ku ser 12 eşîra serwêrtî dikirin.
b XEBERA ŞIROVEKIRÎ: Kitêba Pîrozda xebera “dil” gelek car tê hesabê hemû hest, fikir, nihêrandin, hunur û nêtên meriv.
c Ça kifş e wî çaxî padşên pûtparist destpêdikirin xudanên wî miletî bihebînin, kîjana ku alt dikirin.
d Asa Padşa hine şaşiyên giran kir (2 Dîrok 16:7, 10). Dîsa jî, Kitêba Pîroz dibêje ku ew merivekî baş bû. Rast e ewî şîreta ku jêra hate dayînê, sêrîda qebûl nekir, lê dibeke ewî paşê tobe kir. Dîsa jî hunurên wîyî baş ji yên xirab zêdetir bûn. Lê ya lape ferz ev bû, ku Asa tenê Yehowa diheband, û her tişt dikir wekî welatda pûtparistiyê kuta ke (1 Padşatî 15:11-13; 2 Dîrok 14:2-5).
e Eşkere ye wekî hebandina rast bona Yehowa gelek ferz e, çimkî du temiyên pêşin ji Qanûna Mûsa qedexe dikir, ku meriv xêncî Yehowa kesekî din yan jî tiştekî din bihebîne (Derketin 20:1-6).
f ŞIROVEKIRINA ŞIKILA: Rûspîkî cahil derheqa îçkevexwarinê şîret dide birakî. Bira bi milûktî şîretê qebûl dike, xwe rast dike û berdewam dike bi aminî Yehowara xizmet ke.