Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

SERHATÎ

Tu car Destên Xwe Sist Nakim

Tu car Destên Xwe Sist Nakim

GELEK cahilên Beytelêda minra usa dibêjin “Bavo”, “Apo”, “Papa”. Ew yek min xweş tê, çimkî ez niha îda 89 salî me. Ez evan giliyên şîrin û evê hizkirina hindava xwe, hesab dikim ça kerem ji Yehowa bona 72 salên xizmetiya mine hertim. Anegorî xizmetiya xweye haqas sal, ez dikarim bi dil hêlanê bidime cahila, wekî “Şixulê we wê bê keremkirinê, hergê hûn destên xwe sist nekin” (2 Dîr. 15:7).

DÊ-BAV Û XÛŞK-BIRÊN MIN

Dê-bavê min ji Ûkraînê derbazî Kanadayê bûn. Ewana şeherê Rosbornêda dijîtin. Diya minra 8 kur û 8 qîz bûn, ez yê 14 bûm. Bavê min Kitêba Pîroz hiz dikir û her roja Ledê mera dixwend. Lê ewî baweriya xwe serwêrên dêrê nedianî, çimkî difikirî, wekî derdê wan tenê ew e ku pera ji cimetê bistînin, ne ku alî cimetê bikin. Cara ewî henek dikir û digot: “Ez xwera difikirim, gelo kê pere dida Îsa, bona xizmetiyê û hînkirinê?”.

Axiriyêda çar xûşk û çar birên min, rastî qebûl kirin. Xûşka min Roûs, heta mirina xwe ça pêşeng xizmet dikir. Ewê rojên pêşiya mirina xwe dîna me dida ser Xebera Xwedê û digot: “Ez dixwazim we dinya tezeda bivînim”. Birê minî mezin Têd pêşiya ku bihata ser riya rastiyê, hînkirina derheqa cenimê qayîm bawer dikir û bela dikir. Şebeqê her roja Ledê ewî pê radîoyê ev hînkirin bela dikir, û guhdarvanara timê digot, wekî yên gunekar wê heta-hetayê agirê cenimêda biçerçirin. Lê paşê ew bû xizmetkarê Yehowayî amin û xîret.

ÇAWA XIZMETIYA MINE HERTIM DESTPÊBÛ

Rojekê, meha Hezîranê sala 1944 çaxê ez ji mektebê hatime mal, malda min ser texte edebyetek dît (“The Coming World Regeneration”). * Çaxê min rûpêla pêşin xwend, paşê min îda bi temamî xwend. Çaxê min ew edebyet temam xwend, nêt kete hişê min ku mîna Îsa Yehowara xizmet kim.

Lê ew edebyet kura kete ser textê me? Birê minî mezin Stîv got, ku 2 mêr ber mala me kitêb û belavok “difrotin”. Ewî got: “Min jî yek hilda çimkî ew gelek erzan bû”. Ew mêr Ledeke din hatine mala me. Wana gote me wekî ewana Şedên Yehowa ne, û ku ewana bi saya Kitêba Pîroz caba pirsên meriva didin. Ew yek me xweş hat, çimkî dê-bavê me usa em mezin kiribûn, wekî qedirê Xebera Xwedê bigirin. Wan herdu mêra usa jî gotine me, wekî Vînîpêgêda, şeherê ku xûşka min dijît, wê civata mezine Şedên Yehowa derbaz be. Min xwera safî kir wekî herim.

Ez pê bîsîklêta xwe çûme Vînîpêgê ku 320 kîlomêtir dûr bû, û rêke girdî-girdî bû. Rêva ez şeherê Kêlwûdêda sekinîm, kîderê ku ew du Şedên Yehowa dijîtin, yên ku hatibûne mala me. Çaxê ez wêderê bûm, ez cara pêşin çûme ser civatê. Ez usa jî pêhesiyam ku hemû meriv, dixwazî mêr, jin û cahil be, gerekê mal bi mal xizmet ke, çawa ku Îsa dikir.

Vînîpêgêda, ez rastî birê xweyî mezin Cêk hatim, ew ji Ontaryoya bakûrê ji civata mezin vedigeriya. Roja pêşin ya civata mezin, bira elam kir wekî wê nixumandin hebe. Ez û Cêk me safî kir, wekî ser vê civata mezin bêne nixumandinê. Me herda jî safî kir, wekî paşî nixumandinê bibine pêşeng. Cêk paşî vê civata mezin bû pêşeng, lê ez hingê 16 salî bûm û min gerekê mekteb xilaz kira, lema salek şûnda ez bûme pêşeng.

JI ŞAŞIYÊN XWE HÎN DIBIM

Min şeherê Soûrîsêda tevî birakî me Stên Nîkolson destpêkir ça pêşeng xizmet kim. Wede şûnda min fem kir, wekî her gav hêsa nîne xizmet kî ça pêşeng. Me dît wekî perê me xilaz dibe, lê yeke me xizmetiya xwe berdewam dikir. Rojekê, paşî xizmetkirina temamiya rojê çaxê em vegeriyane mal, qe perê me tune bû û em gelek birçî bûn. Lê em çiqas ecêbmayî man çaxê me dît, wekî ber derê me torbekî mezin tije xwarin danîne. Heta roja îro em nizanin ew torbe kê mera danîbû. Vê êvarê me xwarina xwe mîna padşa dixwar. Rastî jî ew yek kerem bû, çimkî me destên xwe sist nekir! Xilaziya wê mehê, ez usa kok bûm, wekî tu car usa nîbûm.

Çend meh derbaz bû, em hatine kifşkirinê şeherê Gîlbêrt Plêînsêda, ku weke 240 kîlomêtira dûr bû ji Soûrîsa bakûrê. Wan rojada her civatekêda xerîteke mezin ser sênê hebû, kîjanê dida kifşê wekî civat nava mehekêda xizmetiyêda gihîştiye çi. Carekê xilaziya mehê, civatêda min gotar xwend, wekî xûşk-birara bidime kifşê ku wana gerekê xizmetiyêda hê zêde bikirana. Paşî civatê, xûşkeke emirda mezin ku pêşeng bû û mêrê wê bawermend nîbû, bi hêsira minra got: “Min dixwest hê zêde bikim, lê çiqas qewata min gihîştê, min haqas kir”. Hingê ez jî giriyam û min ji wê baxşandin xwest.

Birên cahil jî mîna min dikarin cara şaşiyên wî cûreyî bikin û paşê poşman bin û berxwe kevin. Lê min emirê xweda fem kir, wekî dewsa ku destên xwe sist kin, hê baş e ji şaşiyên xwe hîn bin û dersê bîr nekin. Paşê hergê hûn bi aminî berdewam kin şixul bikin, hûnê kerema bistînin.

MIQABILÎBÛN KWÊBÊKÊDA

Bona min qedirekî gelek mezin bû ku 21 salî bûm û çûme Mekteba Gîledê. Min sala 1950-da, meha Sibatê ew mekteb xilaz kir. Ji 103 şagirtên vê Mektebê, weke 25 şagirt hatine şandinê provînsya Kwêbêkêda (Kanada), kîderê ku ser zimanê Fransî xeber didin. Wêderê Şedên Yehowa gelek dihatine zêrandinê. Ez hatime kifşkirinê şeherê Valdorêda, kîderêda zêr dihate derxistin. Rojekê, em bi kom çûne xizmetiyê nêzîkî gundê Valsênvîl. Wêderê keşîş me da tirsandinê yançi wê me bikutin, hergê em ji wî gundî derneyên. Bona vê yekê min ew keşîş da dîwanê, û cirm dane ser wî. *

Ew qewimandin û dîsa qewimandinên mîna wê bûne pareke “Miqabilîbûna Kwêbêkêda”. Provînsya Kwêbêkê, nava 300 sala zêdetir, bin hukumê Dêra Katolîka Romayîda bû. Serwêrên dêrê û polîtîkên ku piştgiriya wan dikirin, pey Şedên Yehowa diketin. Ew wedekî çetin bû, û em jî hindik bûn. Lê yeke me destên xwe sist nekir. Merivên dilsax guh didane mizgîniyê. Bona min qedirekî mezin bû, ku min tevî çend meriva hînbûna Kitêba Pîroz derbaz dikir, û ewana hatine ser riya rast. Ji wana malbeteke ji dehe nefera bû. Axiriyêda temamiya malbetê destpêkir Yehowara xizmet kin. Mêrxasiya wana hêlan da geleka, wekî Dêra Katolîkî bihêlin. Me xizmetiya xwe berdewam dikir, û axiriyêda em wî şerîda serketin.

BIRA SER ZIMANÊ WANÎ DÊ HÎN DIKIN

Sala 1956-da, ez hatime kifşkirinê Haîtîda. Wêderê heçî zef mîsyonêrên teze zimanê Fransî rind nizanibûn, lê yeke meriva guh didane wan. Mîsyonêr Stênlêy Bogûs got: “Em ecêbmayî diman ku cimetê aliyê xweda her tişt dikir, seva alî me bikin wekî em aliyê zimanda pêşda herin”. Pêşiyê ez şa bûm ku ez zimanê Fransî Kwêbêkêda hîn bûm. Lê zûtirekê me dît, wekî heçî zef xûşk-bira tenê ser zimanê Haîtî Krêolê xeber didan. Lema jî hergê me mîsyonêra dixwest hê zêde bikira, em gerekê zimanê cimetê hîn bûna. Me usa jî kir, û em bona cefê xwe hatine keremkirinê.

Me ji Koma Rêberiyê qebûlkirin stand, wekî “Birca Qerewiliyê” û edebyetên mayîn ser zimanê Haîtî Krêolê welgerînin, seva alî xûşk-bira bikin. Nava temamiya welatda meriv hê zêde û zêde dihatine ser civata. Sala 1950 Haîtîda 99 mizgînvan hebûn, lê weke sala 1960 ew hejmar zêde bû û bû 800 mizgînvana zêdetir! Wî wedeyî, ez hatime kifşkirinê Beytelêda. Sala 1961 min alîkarî dida derbazkirina Mekteba Mizgînvanên Padşatiyê. Me 40 şagirt hîn dikirin, ew rûspiyên civatê û pêşengên mexsûs bûn. Ser civata mezin meha Çileyê sala 1962, me bira hêlan dikirin ku xizmetiyêda pêşda herin, û hinek hatine kifşkirinê ça pêşengên mexsûs. Ew yek bi rastî wededa bû, çimkî miqabilîbûn pêşda dihat.

Sala 1962, 23 Çileyê hema paşî civata mezin, fîlîalêda min û mîsyonêr Êndryû Damîko girtin û jûrnalên “Hişyar bin!” yên 8 Çileyê sala 1962 (ser zimanê Fransî) hildan birin. Vê jûrnalêda ya “Hişyar bin!”, hebû tsîtata ji rojnamên Fransî, kîderê ku dihate gotinê, wekî Haîtîda sêrbazî (vûdû) tê kirinê. Ew gilî hineka xweş nehat û gotin yançi me ew gotar vê fîlîalêda nivîsiye. Çend heftî şûnda, mîsyonêr hatine dêportkirinê. * Lê birên ji wî cîyî qewî man. Îro em tevî wan şa dibin, wekî wana ça sebir kir û aliyê ruhanîda pêşda çûn. Îro bal wana heye “Welgerandina Dinya Teze” ser zimanê Haîtî Krêolê. Ew yek hingê me ne jî dida ber çevê xwe.

AVAKIRIN KOMARA AFRÎKAYA NAVENDDA

Ez paşî xizmetiya xweye Haîtîda, Komara Afrîkaya Navendda ça mîsyonêr hatime kifşkirinê. Paşê min wêderê ça berpirsiyarê rêwî xizmet dikir û paşê jî ça serkarê fîlîalê.

Wî wedeyî gelek Odên Civata halekî nebaşda bûn. Ez hîn bûm ku çawa gîhê top kim û pê gîhê baniya çêkim. Kê jî min didît ku ez çi dikim, kenê wan dihat. Bira jî hêlan bûn, ku hê zêde şixulê avakirin û tezekirina Odên Civata bikin. Serwêrên rêlîgiya me dikeniyan, çimkî banên dêrên wan ji hesin (jêşt) bûn, lê yên me na. Lê me berdewam dikir banên Odên Civata xwe pê gîhê çêkin. Çaxê firtoneke mezin rabû ser paytexta Bangî, ewên ku dikeniyan îda xwe ker kirin. Ewê firtonê banên wanî ji hesin rakir û avîte orta kûçê. Lê banên meyî ji gîhê cîda man. Seva ku şixulê belakirina mizgîniyê hê pêşda here, me hema nava pênc mehada fîlîala teze û mala bona mîsyonêra ava kir. *

JÎYÎN ZEWACÊDA, TEVÎ HEVALA XÎRET

Roja dewata me

Sala 1976 ez hatime kifşkirinê Ndjamênêda, ku paytexta Çadê ye. Hingê şixulê belakirina mizgîniyê Komara Afrîkaya Navendda hate qedexekirinê. Lê tiştekî baş jî hebû, ez rastî Hêpî hatim, kîjan ku pêşenga mexsûs bû. Ew ji Kamêrûnê bû. Me hev stand 1 Nîsanê sala 1978. Hema vê mehê welatda şer destpêbû, û gelek meriv usa jî em revîne aliyê başûrê. Çaxê şer seqirî, em paşda vegeriyan, lê me dît wekî mala me kiribûne ciyê eskera. Edebyetên mala meda, û usa jî pêşkêş û dêrê dewatê unda bibûn. Lê yeke me destên xwe sist nekir. Ya lape ferz ew bû, ku em dîsa tevayî bûn û me xwera nêt danî hê zêde şixul hildin ser xwe.

Weke du sal şûnda, Komara Afrîkaya Navendda qedexekirina şixulê me hatibû hildanê. Em vegeriyane wêderê seva ku dîsa şixulê berpirsiyartiyê bikin. Avta mezin ku em pê diçûn, bibû mala me, ciyê razana me dihate qetkirinê, ava me balonê 200 lîtirêda bû, lê sarinca me ya propana gazê bû. Rêwîtî hêsa nîbû. Tenê ser rêwîtîkê weke 117 cara polîsa em didane sekinandinê.

Cara usa germ bû, wekî digihîşte heta 50 gradûs. Ser civata mezin carna çetin bû avê destxin seva nixumandinê. Lema jî bira çemê zihabûyî dikolan seva hine av top kin, û gelek car boçkêda av top dikirin seva meriva binixumînin.

ŞIXULÊN DIN WELATÊN AFRÎKAYÊDA

Sala 1980 em derbazî Nîjeryayê bûn. Wêderê me du sal û nîva alîkarî da hazirkirina avakirina fîlîala teze. Bira xanîkî du qetê kirîn, kîjan ku gerekê hilşandana û tezeda ava kirana. Şebeqekê ez hilkişiyam ser xanî, seva hilşandinêda alîkariyê bidim. Nîvro min xwest berjêr bim, lê nişkêva ez jorda ketim. Me tirê wekî halê min gelek xirab e, lê çaxê em çûne bal hekîm, ewî gote Hêpî: “Berxwe nekeve. Tenê hine çîlên wî qetiyane, û heftêkîda yan jî hinekî dereng, wê qenc be”.

Pê erebê diçin ser civata mezin

Sala 1986 em derbazî Kot Dêvûarê bûn, wêderê me şixulê berpirsiyartiyê dikir. Bûrkîna Faso dikete nava mihala meda. Min ne jî dida ber çevê xwe, wekî wê sal derbaz bin û Bûrkîna axiriyêda wê bibûya mala me.

Wedê xizmetiya berpirsiyarê rêwî, mala me ereba mezin bû

Min sala 1956 Kanada hîşt, lê paşî 47 sala, dêmek sala 2003 ez dîsa vegeriyame Beytela Kanadayê, lê îda tevî Hêpî. Rast e em pê dokûmênta dihatine hesabê bajarvanên Kanadayê, lê me xwe texmîn dikir ça bajarvanên Afrîkayê.

Ser zimanê Bûrkîna Faso hînbûna Kitêba Pîroz derbaz dikim

Paşê sala 2007, çaxê ez 79 salî bûm, em dîsa çûne Afrîkayê! Em hatine kifşkirinê Bûrkîna Fasoda, kîderê ku ez bûme endemê Komîtêya Welat. Ew ofîs paşê bû ofîsa welgerandinê, kîjan ku bin rêberiya fîlîala Bênînda bû, û sala 2013 meha Tebaxê, em hatine kifşkirinê Beytela Bênînêda.

Tevî Hêpî, xizmetiya xweye Beytela Bênînêda

Rast e sihet-qewata min îda qewî nîne, yeke ez xizmetiyê gelek hiz dikim. Nava wan sê salên paşwextiyêda min pê alîkariya rûspiya û jina xweye delal, şabûneke mezin stand. Du meriv Gêdêon û Frêgîs, tevî kîjana min hînbûna Kitêba Pîroz derbaz dikir, hatine nixumandinê. Niha ewana bi xîret Yehowara xizmet dikin.

Hingê ez û jina min hatine kifşkirinê fîlîala Afrîkaya Başûrêda. Wêderê xûşk-birên Beytelêda miqatî sihet-qewata min dibin. Afrîkaya Başûrê kîderê ku min xizmet dikir ew hebû welatê hefta Afrîkayêda. Sala 2017-da meha Cotmehê, me keremeke mezin stand. Em çûne ser tesmîlkirina fîlîala sereke Worwîkêda, (Niyû York). Ew qewimandineke gelek mexsûs bû, kîjan ku emê tu car bîr nekin.

Kitêba “Hersalî ya sala 1994”, ser rûpêla 255 hatiye gotinê: “Em dixwazin hemûyên, ku gelek sala şixulê Xwedêda qewî dimînin, hêlan kin: ‘Mêrxas bin û destên xwe sist nekin, çimkî hûnê bona şixulê xwe xelatê bistînin’” (2 Dîr. 15:7, DT). Ez û Hêpî evê hêlankirinê qebûl dikin û em dil didine hemûşka jî wekî usa bikin.

^ abz. 9 Şedên Yehowa ev edebyet sala 1944-da derxistine. Niha îda nayê neşirkirinê.

^ abz. 18 Binihêrin gotar bi navê “Keşîşê Kwêbêkê seva Miqabilîbûna Hindava Şedên Yehowa, Hate Cezakirinê”, jûrnala “Hişyar bin!”, ya meha 8 Mijdarê sala 1953 rûp. 3-5.

^ abz. 23 Hê hûr bi hûr derheqa vê yekê tê gilîkirinê kitêba “Hersalî ya sala 1994”, ser rûp. 148-150.

^ abz. 26 Binihêrin gotar bi navê “Avakirina Hîmê Qewî” ji jûrnala “Hişyar bin!”, ya 8 Gulanê, sala 1966, rûp. 27.