Alîkariyê Bidine Zarên “Xerîba”
“Şabûna mine ji vê mestir tune, çaxê dibihêm ku zarêd min nava rastiyêda dijîn” (3 YÛHN. 4).
1, 2. a) Zarên koçbera rastî çi çetinaya tên? b) Kîjan pirsa emê vê têmayêda şêwir kin?
BIRAKÎ me bi navê Coşûa gilî dike: “Dê-bavê min koçber in. Min ji biçûktayê malda tevî dê-bavê xwe û usa jî civatêda ser zimanê xwe xeber dida. Lê çaxê ez çûme mektebê, ez îda hînî wî zimanî bûm kîderê me dijît. Nava çend salada, ez usa hînî wî zimanî bûm, ku min îda zimanê civatê fem nedikir, û erf-edetên dê-bavê min jî bona min îda xerîb bûn”. Çi ku tevî Coşûa qewimî, gelek car tevî zarên koçbera diqewime.
2 Îro 240 000 000 zêdetir meriv, welatê xweda najîn. Hergê hûn koçber in û zarên we hene, gelo hûn ça dikarin alî zarên xwe bikin, seva ewana ruhanîda qewî bin û “nava rastiyêda” bimînin? (3 Yûhn. 4) Û vê yekêda ça yên din dikarin alî we bikin?
DÊ-BAVNO, BIBINE MESELA BAŞ BONA ZARÊN XWE
3, 4. a) Dê-bav ça dikarin bibine mesela baş bona zarên xwe? b) Dê-bav gerekê ji zarên xwe çi dewa nekin?
3 Dê-bavno, seva ku zarên we bibine dostên Yehowa û jîyîna heta-hetayê bistînin, mesela we gelek ferz e. Çaxê zarên we Met. 6:33, 34). Dê-bavno, nekevine pey hebûkê. Tiştên matêrîalî bira bona we ciyê pêşin negirin. Nekevine bin deyna. “Xizna . . . li ezmên” bigerin, dêmek qebûlkirina Yehowa, ne ku hebûkê yan jî “pesina” aliyê merivada. (Bixûne Marqos 10:21, 22; Yûhn. 12:43).
divînin ku hûn “berê pêşin li Padşatiya Xwedê” digerin, ewana hîn dibin îtbariya xwe Yehowa bînin bona hewcên xweyî herrojî (4 Bira usa nîbe ku ji bo gelek şixula, wedê we nemîne bona zarên we. Zarên xwera bêjin, wekî hûn wanra firnaq dibin gava ewana Yehowa datînin ciyê pêşin, û pey hebûkê û nav-dengê xwe nakevin. Vê dinyayêda gelek difikirin ku zar gerekê her tiştî bike, wekî dê-bav rihet û bêxem bijîn, lê ew nihêrandin ne li gora Kitêba Pîroz e. Bîr nekin, “ne ku gerekê zar bona dê-bava bikin, lê dê-bav bona zara” (2 Korn. 12:14).
DÊ-BAVNO, BIRA ZIMAN RÊ WE NEGIRE
5. Çira dê-bav gerekê derheqa Yehowa tevî zarên xwe xeber din?
5 Çawa hatibû pêxembertîkirinê, meriv ji hemû mileta yên ku bi cûre-cûre zimana xeber didin, têne teşkîleta Yehowa (Zeker. 8:23). Lê firqiya orta zimanê dê-bava û zarên wan, dikare çetinayê pêşda bîne. Dê-bavno wera dibeke çetin be rastiyê zarên xwe hîn kin. Lê zarên we şagirtên weyî lapî ferz in. Hûn gerekê wana Kitêba Pîroz hîn kin, çimkî usa ewana wê Yehowa “nas” bikin û bikaribin jîyîna heta-hetayê bistînin (Yûhn. 17:3). Seva ku zarên we temiyên Yehowa pêbihesin, hûn gerekê timê tevî wan derheqa Xwedê xeber din. (Bixûne Qanûna Ducarî 6:6, 7.)
6. Zarên we çi karê dikarin bistînin hergê zimanê we hîn bin? (Binihêre şiklê ewlin.)
6 Zarên we wê zimanê xerîb hîn bin ji mektebê û ji merivên dor berê xwe. Lê zimanê we ewana wê hîn bin, hergê timê tevî we ser zimanê we xeber din. Çaxê zar zimanê we bizanibin, wê wanra hêsa be dilê xwe wera vekin. Dîsa karek heye çaxê zar ser çend zimana xeber didin. Hişê wan rind dixebite û ewana hê rind meriva fem dikin. Hin jî bi vê yekê hê zêde mecala wan heye, ku xizmetiyêda hê zêde bikin. Karolîna, dê-bavê kê jî koçber in, gilî dike: “Civata zimanê xerîbda gelek hewas e. Hin jî çaxê li wêderê alîkariyê didim, kîderê ku hewcetî heye, ez gelek şabûnê distînim”.
7. Hûn çi dikarin bikin hergê aliyê zimanda malbeta weda çetinayî heye?
7 Zarên koçbera hînî edet û zimanê xerîb dibin, û lema gelek ji wana îda naxwazin û hela hê jî îda nikarin ser zimanê dê-bavê xwe xeber din. Dê-bavno, hergê zarên we jî usa nin, wê baş be ku hûn ewî zimanê xerîb gonê hinekî hîn bin. Hergê hûn xeberdana wan fem bikin, bizanibin ewana çiva mijûl dibin, dersên wane mektebêda fem bikin, û xwexa bikaribin tevî dersdarên wan xeber din, usa wê wera diha hêsa be zarên xwe nava rastiyêda mezin kin. Belê, seva zimanê teze hîn bin, lazim e hinekî cefê bivînin, wedê xwe xerc kin û milûk bin. Lê bidine ber çevê xwe, hergê zara we ker bûya nebihîsta, hûnê zimanê ker-lala hîn bûna seva tevî wî xeber din, rast e? Zara ku ser zimanê din hê rind xeber dide, bona wî jî lazim e cefê bivînin, usa nîne? *
8. Hûn ça dikarin alî zarên xwe bikin, hergê hûn zimanê wan rind fem nakin?
8 Hine dê-bavara çetin e zimanê teze hîn bin, ser kîjanî zarên wan xeber didin. 2 Tîmt. 3:15). Hergê hûn jî wî halîda nin, berxwe nekevin. Hûnê bikaribin alî zarên xwe bikin wekî ewana Yehowa nas kin û hiz bikin, lê tenê lazim e hûn hinekî cefê bivînin. Rûspî bi navê Şan tîne bîra xwe: “Diya me ku tenê me xwey dikir, nizanibû ew ziman kîjan me rind fem dikir. Min û xûşka xwe ser zimanê dê rind xeber nedida. Lê çaxê me didît ku diya me ça Kitêba Pîroz lêkolîn dike, dua dike, û her tiştî dike seva her heftî qulixkirina tevî malbetê derbaz ke, me fem kir wekî ya lape ferz ew e, ku Yehowa nas bikin”.
Lema jî wanra dikare hê çetin be zarên xwera “nivîsarêd pîroz” şirovekin (9. Dê-bav ça dikarin alî zarên xwe bikin, kîjanara lazim e ser du zimana hîn bin?
9 Diqewime hine zarara lazim be derheqa Yehowa ser du zimana hîn bin. Gelo çira? Çimkî ewana mektebêda ser zimanekî xeber didin, lê malda ser zimanekî din. Lema jî hine dê-bav edebyetên neşirkirî, aûdîo nivîsandina, û vîdêo ser herdu zimana jî didine xebatê. Belê, koçber gerekê wede xerc kin û xwe bidine cefê, seva ku zarên wan dostiya xwe tevî Yehowa qewî kin.
CIVATA KÎJAN ZIMANÎ BIJBÊRIN?
10. a) Malbetêda kê gerekê safî ke, ku herin civata kîjan zimanî? b) Pêşiya safîkirinê malxê malê gerekê çi bike?
10 Çaxê yên “xerîb” dûrî wan Şedên Yehowa dijîn yên ku ser zimanê wan xeber didin, lazim e ewana herin civata ser zimanê wî cîyî kîderê ewana dimînin (Zeb. 146:9). Lê hergê nêzîkî wan heye civata ser zimanê wanî dê, îda pirs pêşda tê: Gelo malbeta wera hê baş e herin civata kîjan zimanî? Ewê pirsê gerekê malxê malê safî ke. Ew gerekê kûr bifikire, dua bike û usa jî tevî jin-zarên xwe şêwir bike (1 Korn. 11:3). Lê gelo malxê malê wedê vê safîkirinê gerekê çi hilde hesab? Kîjan prînsîpên ji Kitêba Pîroz ew dikare bide xebatê? Were çend prînsîpa şêwir kin.
11, 12. a) Seva zar ji civatê karê bistîne ew yek ça girêdayî ye tevî ziman? b) Çira hine zar naxwazin zimanê dê-bavê xwe hîn bin?
11 Dê-bav gerekê rind bicêribînin, hela zarên wan bi rastiyê hewcê çi ne. Seva ku zar kûr rastiyê fem bike, bes nîne tenê her heftî çend siheta here civatê. Lê bifikirin derheqa vê yekê: Hergê zar diçe ser civata wî zimanî kîjanî ew rind fem dike, ew dikare hema tenê ser civatê haqas tişt hîn be, ku dibeke dê-bav ecêbmayî bimînin. Lê hergê zarêra zimanê civatê bi temamî femdarî nîne, ew îda haqas karê nastîne. (Bixûne 1 Korintî 14:9, 11.) Û hin jî zimanê dê, ne hertim zimanê dilê zarê ye. Mesele, hine zar dikarin hîn bin ser civata caba xwe bidin, pêşanînê bikin û ser zimanê dê-bavê xwe xeber din, lê ew yek ne ji dilê wan be.
12 Lê tenê ziman nîne ku dikare ser dilê zarê hukum ke. Coşûa derheqa kîjanî me jorê got, hema ev yek texmîn kir. Xûşka wî Ester dibêje: “Bona zara ziman, erf-edet û baweriya dê-bava hevva girêdayî ne”. Hergê bona zara edetê dê-bava îda dibe xerîb, ewana dibeke ne jî bixwazin zimanê dê-bava hîn bin û xwe li baweriya wan bigirin. Pirs pêşda tê: Gelo dê-bavê koçber çi dikarin bikin?
13, 14. a) Çira mêr û jinek ku koçber in, safî kirin ku tevî malbeta xwe derbazî civata zimanê xerîb bin? b) Ça ewana ruhanîda qewî man?
13 Dê-bavên ku Mesîhî ne, ruhaniya zarên xwe datînin ciyê pêşin, ne ku kara xwe digerin (1 Korn. 10:24). Samûyêl bavê Coşûa û Esterê, gilî dike: “Min û jina xwe dîna xwe didayê, hela zarên me ser kîjan zimanî ruhanîda qewî dibin, û me dua dikir wekî Xwedê bîlaniyê bide me. Caba duayê me usa nîbû ça em difikirîn. Lê gava me dît ku zarên me kêm karê distînin ji civata ser zimanê me, me safî kir derbazî civata zimanê wî cîyî bin, kîderê em dimînin. Em tevayî diçûne civatê û xizmetiyê. Usa jî me ji civata wêderê xûşk-bira teglîf dikir ser xwarinê û êkskûrsiyayê. Ewan hemû tişta alî zarên me kir wekî xûşk-bira nas bikin, û usa jî Yehowa nas bikin ne ku tenê ça Xwedê, lê ça Bav û Dost jî. Me fem dikir ku ew yek diha ferz e, ne ku ewana zimanê me bizanibin”.
14 Samûyêl dibêje: “Seva ku ez û jina min ruhanîda qewî bimînin, em usa jî diçûne ser civata zimanê xwe. Belê, wedê me hindik bû û em divestiyan. Lê em zef razî ne ji Yehowa, ku ewî cefê me û qurbanên me kerem kir. Niha sê zarên me Yehowara xizmet dikin ça xizmetkarên hertim”.
CAHIL ÇI DIKARIN BIKIN
15. Çira xûşkek bi navê Krîstîna fikirî ku dikare hê zêde kar bike li civata zimanê ciyê ku ew dijî?
15 Çaxê zar mezin dibin, dibeke têderxin ku ewana hergê derbazî civata wî zimanî bin kîjanî rind fem dikin, wê bikaribin hê baş Yehowara xizmet bikin. Hingê, dê-bav gerekê nefikirin ku zar wana hiz nakin. Krîstîna tîne bîra xwe: “Min zimanê dê-bavê xwe zanibû, lê civatêda ew ziman minra çetin bû fem kim. Çaxê ez 12 salî bûm, ez çûme ser civata mezin ser zimanê mekteba xwe. Hema ji wî wedeyî, min fem kir wekî çi ku ez dibihêm rastî ye! Paşê çaxê min destpêkir dua bikim ser zimanê mekteba xwe, min îda ji dilê xwe Yehowara xeber dida!” (Kar. Şand. 2:11, 41) Çaxê Krîstîna îda mezin bû, ewê dê-bavê xwera got, wekî safî kiriye derbazî civata zimanê wî cîyî be. Ew gilî dike: “Ez derheqa Yehowa pêdihesiyam ser zimanê mekteba xwe, û ewê yekê ez hêlan kirim ruhanîda pêşda herim”. Zûtirekê, Krîstîna bû pêşeng û bi şabûnê xizmet dike.
16. Çira xûşkek bi navê Nadîa şa ye, ku civata zimanê xweda ma?
16 Cahilno, dibeke hûn difikirin ku hê baş e derbazî civata zimanê wî cîyî bin, kîderê hûn dimînin. Hergê usa ne, pirsê bidine xwe, hûn çira dixwazin derbazî wê civatê bin. Hergê hûn derbaz bin, gelo ew yek wê alî we bike, ku diha nêzîkî Yehowa bin? (Aqûb 4:8). Yan hûn dixwazin derbaz bin, seva aza bin û dê-bavê we hemû tiştîda we kontrol nekin? Nadîa ku niha Beytelêda xizmet dike, dibêje: “Çaxê ez, xûşkên min û birê min mezin bûn, me xwest derbazî civata zimanê wî cîyî bin, kîderê em diman”. Lê dê-bavê wê zanibûn wekî ew yek bona ruhaniya zarên wan wê ne baş be. Nadîa dibêje: “Niha em ji dê-bavê xwe gelek razî ne, wekî wana cefa dikişand seva em zimanê wan hîn bin û civata wî zimanîda bimînin. Bi wê yekê emirê me hewas bû û diha zef mecal mera vebûn wekî em alî merivên din jî bikin seva Yehowa nas kin”.
YÊN DIN ÇA DIKARIN ALÎKARIYÊ BIDIN?
17. a) Yehowa cabdarî daye kê seva zara hîn kin û şîret kin? b) Dê-bav ji kê dikarin alîkariyê bixwazin seva zarên xwe rastiyê hîn kin?
17 Seva zara rastiyê hîn kin, Yehowa cabdarî daye dê-bava, ne ku kalik-pîrika yan jî kesekî din. Û ew rastî jî qedirekî mezin e seva dê-bava. (Bixûne Metelok 1:8; 31:10, 27, 28.) Dê-bav yên ku nizanin zimanê wî cîyî kîderê ewana dijîn, lê zarên wan vî zimanî zanin, dikarin alîkariyê bixwazin. Lê ew nayê hesabê ku ewana naxwazin cabdariya xwe bînin sêrî lema alîkariyê dixwazin. Bi vê yekê jî ewana dikarin “bi şîret û hînkirina Xudan” zarên xwe mezin kin (Efes. 6:4). Mesele, dê-bav dikarin ji rûspiya şîreta hildin ku çawa qulixkirina tevî malbetê derbaz kin û çawa seva zarên xwe hevalên baş bijbêrin.
18, 19. a) Ça xûşk-birên ruhanî dikarin alîkariyê bidine zara? b) Dê-bav çi gerekê berdewam bikin?
18 Besa xeberê, dê-bav cara dikarin malbetên din jî teglîf kin ser qulixkirina malbetê. Xêncî vê yekê, cahil wê karê bistînin, hergê hevaltiyê bikin tevî xûşk-birên cêribandî, besa xeberê tevî wan herin xizmetiyê û tevî wan wede derbaz kin (Metlk. 27:17). Şan derheqa kîjanî me jorê got, gilî dike: “Ew birên ku ez bin perê xweda xwey dikirim, timê bîra minda nin. Çaxê wana alî min dikir wekî pê dersa ser civatê derkevim, ez ji wana gelek tişt hîn dibûm. Û hewasa min dihat çaxê me çawa kom wedê xwe derbaz dikir”.
19 Ew xûşk-birên ku dê-bav wana dijbêrin seva alîkariyê bidine zarên wan, gerekê timê zara hêlan kin ku qedirê dê-bavê xwe bigirin. Mesele, ewana dikarin derheqa dê-bava baş xeber din û cabdariya dê-bava hilnedin ser xwe. Hin jî ewana gerekê usa bikin, wekî ne civatêda, ne jî ji civatê der tu kes cûrekî mayîn nefikire û nebêje ku tiştekî necayîz tê kirinê (1 Pet. 2:12). Dê-bav gerekê şîretkirina zara aliyê ruhanîda nekine stûyê kesekî din. Ewana gerekê dîna xwe bidinê ku zarên wan ça hîn dikin û hin jî berdewam kin xwexa zarên xwe hîn kin û şîret kin.
20. Ça dê-bav dikarin alî zarên xwe bikin, ku bibine xizmetkarên Yehowa?
20 Dê-bavno, bona alîkariyê Yehowara dua bikin û çi destê we tê bikin. (Bixûne 2 Dîrok 15:7.) Bira dostiya zarên we tevî Yehowa ser ciyê pêşin be. Aliyê xweda hemû tiştî bikin seva Xebera Xwedê bigihîje dilê zara. Tu car baweriya xwe unda nekin ku zarên we dikarin bibine xizmetkarên baş. Gava zarên we giliyên ji Xebera Xwedê bidine xebatê û çev bidine we, hûnê jî mîna Yûhennayê şandî xwe texmîn kin, yê ku derheqa zarên xweyî ruhanî got: “Şabûna mine ji vê mestir tune, çaxê dibihêm ku zarêd min nava rastiyêda dijîn” (3 Yûhn. 4).
^ abz. 7 Binihêre gotar bi navê “Hûn Dikarin Zimanê Xerîb Hîn bin!”, ji jûrnala “Hişyar bin!” ya Adarê 2007, rûp. 10-12.