TÊMA JI RÛYÊ JÛRNALÊ | KITÊBA PÎROZ—HATE XWEYKIRINÊ Û GIHÎŞTE ME
Çima Kitêba Pîroz Hate Xweykirinê
Kitêba Pîroz hate xweykirinê. Îro tu dikarî evê kitêbê xwera bistînî û bixûnî jî. Û çaxê tu welgerandina baş ya Nivîsarên Pîroz dijbêrî, tu dikarî bawer bî wekî tu têksta rast ya nivîsandina orîjînalê dixûnî. * Lê çima Kitêba Pîroz nava haqas çetinayada, hate xweykirinê? Gelo ev kitêb çida mexsûs e?
“Niha ez bawer dikim, ku Kitêba Pîroz pêşkêş e ji Xwedê”
Gelek şagirtên Kitêba Pîroz razî ne tevî van giliyên Pawlos: “Temamiya nivîsarê ji bîna ber Xwedê ye” (2 Tîmotêyo 3:16). Ewana bawer dikin, ku Kitêba Pîroz hate xweykirinê, çimkî ev rastî jî Xebera Xwedê ye û ku Xwedê ev seva me xwey kiriye. Fayzal, derheqa kîjanî ku me gotarên pêşinda digot, hine wede şûnda safî kir Kitêba Pîroz hîn be û lêkolîn bike. Çi ku ewî wedê lêkolînkirinê pêhesiya, gelek ew ecêbmayî kir. Ew pêhesiya ku di Kitêba Pîrozda tune gelek hînkirinên usa, çi ku Mesîhtî îro bela dikin. Xêncî wê yekê, gelek dilê wî girt, çaxê ew ji Xebera Xwedê, derheqa qirara Wîye seva erdê, pêhesiya.
Ew dibêje: “Niha ez bawer dikim, ku Kitêba Pîroz pêşkêş e ji Xwedê. Û hergê Xwedê karibû Gerdûnê (Dinê) biefirîne, lê wê qewata wî negihîştayê, ku Kitêba Pîroz xwey ke û bigîhîne me? Hergê em vê yekêra razî nînin, dêmek em qewata Xwedêda çawa ku yekî Himzor, dudilî ne! Û ez kî me seva ku qewata Xwedêda dudilî bim?” (Îşaya 40:8).
^ abz. 3 Binihêre gotar “Çawa Tu Dikarî Bijbêrî Welgerandina Kitêba Pîroz ya Baş?”. Ev gotar di jûrnala “Birca Qerewiliyêda ne” ya 1 Gulanê, sala 2008 (ru).