We Zanibû?
Çi tiştên ecêb nava rabûn-rûniştandina Îsada hebû, hindava merivên kotî?
Cihûyên berê gelek ditirsiyan ji wan meriya, yên ku bi kotîbûnê nexweş bûn. Ev nexwaşiya xof, dikaribû him nêrvên meriya zeft kira, him jî wana ziyan û elewat bikira. Tu qenckirina nexwaşiya kotîbûnê, tune bû. Seva ku merivên din ji wana nexweş nekevin, merivên kotî borcdar bûn wekî yên dinênara derheqa nexweşiya xwe elam kin, û xwe ji wana dûr bigirin (Qanûna Kahîntiyê 13:45, 46).
Serwêrên dînê rêlîgiya seva kotiya qeyde çêkirin, yên ku ne ser hîmê Nivîsarên Pîroz bûn. Û usa jîyîna kotiyên belengaz hê çetin dikirin. Mesele, li gora qeydnivîsandina ravîna, meriyara qedexekirî bû ku ewana li ser 2 mêtra nêzîkî kotiya bin. Hine merivên Talmûdvan, dewakirinên Nivîsarên Pîroz derheqa jîyîna ji “zomê der” usa şirowedikirin, wekî yan çi merivên kotî gerekê ji şeher der bijîn. Ji bo vê yekê çaxê ravînekî merivê kotî di şeherda dît, ewî kevir avîte wî û got: “Biceme ciyê xwe, û merivên din nexweş neyêxe”.
Lê nihêrandina Îsa gelek cude bû! Ewî ne ku berî kotiya dida, lê hela hê destê xwe jî dida wan û wana qenc dikir jî (Metta 8:3).
Li ser çi hîmî serwêrên dînê Cihûya jinên xwe berdidan?
Di qirna yekêda D.M-da, têma derheqa jinberdanê gelek şer-dew pêşda dianî orta serwêrên rêlîgiya. Ji bo wê yekê, hine Farisiya xwestin Îsa bicêribînin bi vê pirsê: “Gelo li gora Qanûnê rast e, ku bona her menîkê mêr jina xwe berde?” (Metta 19:3).
Li gora Qanûna Mûsa, qedexekirî bû wekî mêr, jina xwe berde hergê ew “ser wê kêmasîkê bibîne” (Qanûna Ducarî 24:1). Wedê Îsa, du mektebên ravîna hebûn, yên ku ev qanûn paşopê şirowedikirin. Şamay mektebeke hê sert bû. Wê derê dihate şirowekirinê, wekî menîke sereke seva ku mêr jina xwe berde, ew e hergê jin hindava mêrê xweda nehelal be, dêmek hergê qaviyê bike. Lê Mekteba Hîlel xwe li wê nêtê digirt, ku li gora qanûnê, mêr dikare hela hê seva tiştên biçûk jî, ji jina xwe biqete. Lê li gora mektebên din jî, mêr dikaribû tevî jina xwe hingê biqetiya, hergê ewê xwarin xirab kira, yan jî hergê mêr îda yeke dinê begem kira.
Lê gelo Îsa çi cab da Farisiya? Ewî zelal got: “Kî ku bê sebebiya qaviyê jina xwe berde û yeke din bistîne, ew zinêkariyê dike” (Metta 19:6, 9).