Bîlaniya ku Dibe Berbi Jîyîna Bextewar
“Rast e ez berxwe dikevim gava divînim ku dinêda çiqas xirabî diqewime, mesele şer, kesîbbûn, nexweşî û zulmî hindava zara, lê niha hêviya min heye ku jîyîna baş pêşiya min e” (RANÎ). *
Roja îroyîn Ranî bextewar e, çimkî ewê Kaniya bîlaniya rast, dêmek Efirandarê xwe, Xwedayê Himzor, nas kir. Gava hûn gotarên din bixûnin, dîna xwe bidin ça şîretên Xwedê dikarin alî we bikin . . .
malbetêda bextewar bin
tevî meriva edilayêda bin
destê weda çiqas heye razî bin
derheqa sebeba kul-derda û mirinê pêbihesin
hêvî bona axiriyê bistînin
Efirandarê xwe nas kin û bibine dostên wî
Hûnê usa jî pêbihesin ku Efirandarê me bi merdanî bîlaniya xwe dide kesên ku bîlaniyê digerin.
^ abz. 2 Nav vê jûrnalêda hatine guhastinê.