DERSA 11
Ça Qanûnên Kitêba Pîroz Karê Mera Tînin?
1. Çira mera lazim e rêberî?
Efirandarê me ji me diha bîlantir e. Ew ça bav, me hez dike û bona me xem dike. Xwedê merî usa neefirandiye, ku bikaribin bêyî rêberiya wî bijîn (Yêremya 10:23). Ça zara biçûkra lazim e rêberiya dê-bava, usa jî me her kesîra lazim e rêberiya Xwedê (Îşaya 48:17, 18). Îro em rêberiyê distînin bi saya wan qanûna, ku di Kitêba Pîrozda nivîsar in, û ev rêberî rastî jî pêşkêşa ji Xwedê ye. Bixûne 2 Tîmotêyo 3:16.
Qanûn û şîretên Xwedê me hîn dikin ça rojên îroyîn em bextewar bin û li axiriyê jî emirê heta-hetayê bistînin. Çimkî Xwedê em efirandine, lema heq e ku ewî qanûn û ferman daye me ku ça em gerekê bijîn. Em gerekê evê yekê bişêkirînin û bi şabûn gura qanûnên wî bikin. Bixûne Zebûr 19:7, 11; Eyantî 4:11.
2. Ça Xebera Xwedê rêberiyê me dike?
Hine qanûnên ji Kitêba Pîroz dikarin di cûre-cûre derecada bêne xebitandinê. Lê hene qanûnên usa jî ku tenê di derecekêda têne xebitandinê (Qanûna Ducarî 22:8). Em gerekê hiş-aqilê xwe bidin xebatê, wekî fem bikin ça rastiyên ji Kitêba Pîroz mera dibêjin çi bikin, çi nekin (Metelok 2:10-12). Mesele, Kitêba Pîroz me hîn dike ku emir pêşkêşa ji Xwedê ye. Ji vê hînkirinê em çi şîret û rêberiyê hildidin? Heger em hesab dikin ku emir pêşkêşa ji Xwedê ye, emê timê haş ji xwe hebin, wekî ne emirê xwe ne jî yê merîyên din nekine bin xofê, usa jî ziyanê nedine ne xwe, ne jî meriyên din. Bixûne Karêd Şandiya 17:28.
3. Kîjan du ferman lapî ferz in?
Îsa Mesîh derheqa du qanûnên ferz xeber da. Qanûna pêşin nîşan Metelok 3:6). Ew merî kî ku bi vê qanûnê dijîn, wê hevaltiya tevî Xwedê, bextewarbûna rast û emirê heta-hetayê bistînin. Bixûne Metta 22:36-38.
dike, wekî nêta emirê meriva ew e, ku derheqa Xwedê bizanibin, wî hez bikin û bi aminiyê wîra qulix kin. Ev qanûn em gerekê di hemû şixulên xweda bidin xebatê (Qanûna duda dikare alî me bike, ku heleqetiya me tevî meriva bi edilayî be (1 Korintî 13:4-7). Eva qanûna duda alî me dike em çev bidine Yahowa Xwedê, wekî ça ku ew tevî meriya ye usa jî em bin. Bixûne Metta 7:12; 22:39, 40.
4. Ça qanûnêd Kitêba Pîroz karê mera tînin?
Qanûnên Kitêba Pîroz malbeta hîn dikin wekî ça di hizkirinêda bibine yek (Kolosî 3:12-14). Xebera Xwedê usa jî qanûneke usa dide, wekî mêr û jin gerekê hev neqetin. Ev qanûn malbeta xwey dike. Bixûne Destpêbûn 2:24.
Heger em van qanûna biqedînin, ev yek wê alî me bike, wekî halê me hemû aliyava xweş be. Mesele, ew kî xebatçiya dixwazin, timê meriyên usa digerin, kî ku bi qanûnên û şîretên Kitêba Pîroz dijîn, çimkî meriyên usa helal û xîret in (Metelok 10:4, 26; Îbranî 13:18). Xebera Xwedê usa me hîn dike, ku heger hemû tiştên ku seva emir lazim e bal me heye, em gerekê îda razî bin û hevaltiya xwe tevî Yahowa Xwedê ji hemû tiştên din hê qîmet bikin. Bixûne Metta 6:24, 25, 33; 1 Tîmotêyo 6:8-10.
Çaxê em qanûnên Kitêba Pîroz didine xebatê, em bi vê yekê usa jî sihet-qewata xwe xwey dikin (Metelok 14:30; 22:24, 25). Mesele, qanûna Xwedê me hîn dike ku em gerekê tu car serxweş nebin. Ev qanûn me ji nexweşiyên giran û ji qeziya xwey dike (Metelok 23:20). Yahowa Xwedê dihêle wekî em îçkê vexwin, lê tenê gerekê fesal bin, wekî serxweş nebin (Zebûr 104:15; 1 Korintî 6:10). Bi hînbûna qanûnên Xwedê em karê distînin, çimkî bi van hînkirina ne ku tenê kirên me, lê usa jî fikirên me têne xweykirinê (Zebûr 119:97-100). Mesîhiyên rast qanûnên Xwedê diqedînin ne ku tenê seva kara xwe, lê seva ku Yahowa Xwedê hurmet bikin. Bixûne Metta 5:14-16.