Karên Şandiya 9:1-43
9 Lê Şawûl hê şagirtên Xudan nefret dikir û dixwest wana bikuje. Ew çû bal kahînê mezin,
2 û bona kinîştên* Şamê neme ji wî xwestin, wekî hemû kesên ku Riya Xudanda* diçin, him jina, him jî mêra bigire û bîne Orşelîmê.
3 Gava ew hê rêda bû û nêzîkî Şamê bû, nişkêva ji ezmên ronayîkê dora wî şewq da.
4 Ew erdê ket û dengek bihîst, ku wîra got: “Şawûl, Şawûl, tu çima min dizêrînî?”
5 Şawûl pirsî: “Ezxulam, tu kî yî?” Ewî got: “Ez Îsa me, kîjanî tu dizêrînî.
6 Rabe û bikeve bajêr, û wêderê wê tera bê gotinê, wekî tu çi gerekê bikî”.
7 Merivên ku tevî Şawûl bûn, zar-ziman ketin û sekinîn, çimkî wana dengek bihîst, lê tu kes nedidîtin.
8 Şawûl ji erdê rabû, çevên wî vekirî bûn, lê ewî nikaribû tiştek bidîta. Hingê wana destê wî girt û ew anîne Şamê.
9 Sê roja ewî tiştek nedidît, ne dixwar û ne jî vedixwar.
10 Şamêda şagirtekî bi navê Hananiya hebû. Xudan dîtinokêda wîra got: “Hananiya!” Ewî got: “Kerem ke, Xudan”.
11 Xudan wîra got: “Rabe û here wê kûça ku jêra Ya Rast tê gotinê, û mala Cihûdada merivekî ji Tarsûsê, navê kîjanî Şawûl e, bigere. Çimkî ew niha dua dike,
12 û ewî dîtinokêda dît ku merivekî bi navê Hananiya hat û destên xwe danîn ser wî, ku ew dîsa bivîne”.
13 Lê Hananiya cab da: “Xudan, min ji geleka bihîstiye ku evî merivî Orşelîmêda çiqas xirabî li xizmetkarên* te kiriye.
14 Û ewî ji serokên kahîna îzin standiye, wekî hemû kesên ku vira jî gazî navê te dikin, bigire”.
15 Lê Xudan wîra got: “Here, çimkî min ev meriv bijartiye,* wekî ew navê min miletên dinra bide naskirinê, usa jî padşara û cimeta Îsraêlêra.
16 Ezê eşkere nîşanî wî kim, ku ewê seva navê min çiqas cefê bikişîne”.
17 Hingê Hananiya çû û kete wê malê, destên xwe danîn ser Şawûl û got: “Şawûl, birê min, Xudan Îsa, yê ku rêda tera xuya bû, ez şandime bal te, wekî tu dîsa bivînî û bi ruhê pîroz tije bî”.
18 Derbêra tiştek ji çevê wî ket û ewî dîsa dikaribû bivîne. Paşê ew rabû û hate nixumandinê,*
19 û ewî xwarin xwar û qewat stand.
Şawûl çend roja li Şamê bal şagirta ma,
20 û derbêra destpêkir kinîştada mizgîniyê bela ke, wekî Îsa Kurê Xwedê ye.
21 Lê hemû kesên ku wî dibihîstin, şaş diman û digotin: “Eva ew nîne, yê ku Orşelîmêda bi hêrsa qayîm miqabilî şagirtên Îsa* radibû? Ne ev seva vê yekê hatiye vira, ku wana bigire û bide destê serokên kahîna?”
22 Lê Şawûl hê zêde bi qewateke mezin hîn dikir û îzbat dikir, ku Îsa ye Mesîh, û ser vê yekê Cihûyên Şamê şaş û metal diman.
23 Pey gelek rojara, Cihû li hev şêwirîn, wekî wî bikujin.
24 Lê Şawûl derheqa şêwira wan pêhesiya. Wana usa jî şev û roj nobedariya dergehên bajêr dikir, wekî wî bikujin,
25 lema şagirtên wî şev ew kirine sevetê* û pencera dîwarê bajêrra daxistin.
26 Gava ew hate Orşelîmê, dixwest tevî şagirta be, lê gişk ji wî ditirsiyan, çimkî wana bawer nedikir ku ew jî bûye şagirt.
27 Hingê Barnabas hat alî wî bike. Ewî ew bire bal şandiya û wanra hûr bi hûr gilî kir, ku Pawlos rêda çawa Xudan dîtiye û tevî wî xeber daye. Usa jî ewî gilî kir, ku Şawûl çawa li Şamê bi mêrxasî derheqa navê Îsa xeber dida.
28 Şawûl tevî wan ma, ew li Orşelîmê aza diçû-dihat û bi mêrxasî derheqa navê Xudan xeber dida.
29 Ew usa jî tevî Cihûyên ku bi Yûnanî xeber didan, xeber dida û dikete dewê, lê wana jî mecal digeriya ku wî bikujin.
30 Gava bira vê yekê pêhesiyan, wana ew anî Qeyseryayê û ji wêderê şandine Tarsûsê.
31 Civatên li temamiya Cihûstanê, Celîlê û Sameryayê edilayêda bûn. Ewana qewî dibûn û hejmara wan zêde dibû, çimkî ewana ji Yehowa ditirsiyan û ruhê pîroz qewat dida wan.
32 Gava Petrûs der-dorê wê herêmê digeriya, usa jî hate bal şagirtên* ku Lîdayêda dijîtin.
33 Wêderê ewî merivekî bi navê Eynêyas dît, yê ku heyşt sala nav nivînada bû, çimkî şilûşet bû.
34 Petrûs wîra got: “Eynêyas, Îsa Mesîh te qenc dike. Rabe û nivîna xwe top ke”. Û ew derbêra rabû.
35 Gava cimeta Lîdayê û deşta Şaronê dîtin ku ew meriv qenc bûye, wana jî Xudan bawer kir.
36 Yafayêda şagirteke bi navê Tabîta hebû, ev nav bi Yûnanî “Dorkas” e.* Ewê gelek qencî dikir û hindava kesîbada destvekirî bû.
37 Lê ew nexweş ket û mir. Wana ew şûşt û danîne oda jorin.
38 Bajarê Lîdayê nêzîkî Yafayê bû. Gava şagirt pêhesiyan ku Petrûs wêderê ye, wana du meriv şandin bal wî û ji wî reca kirin: “Ji kerema xwe zû were bal me”.
39 Petrûs jî rabû û tevî wan çû. Gava ew gihîşte wêderê, wana ew bire oda jorin. Wêderê hemû jinebî li dora Petrûs girtin, û bi girî gelek kinc û kirasên ku Dorkasê wanra dirûtibûn, nîşanî wî dikirin.
40 Petrûs hemû derxistine derva, kete ser çoka û dua kir. Paşê ewî jinika mirî nihêrî û got: “Tabîta, rabe!” Ewê çevên xwe vekir, û gava ewê Petrûs dît, rûnişt.
41 Petrûs destê xwe dirêjî wê kir û ew rakir. Paşê ewî gazî şagirta û jinebiya kir, û wana dît ku jinik sax e.
42 Ev yek temamiya Yafayêda bela bû, û geleka Xudan bawer kir.
43 Petrûs gelek roja li Yafayê, mala Şimhûnê çermkerda* ma.
Спартьн
^ Yan “sînagog”, dêmek ciyê hebandina Cihûya.
^ Dêmek Riya Mesîhtiyêda.
^ Raste-rast “pîrozên te”.
^ Raste-rast “ev meriv derdanê minî bijartî ye”.
^ Nixumandin edeteke rêlîgî ye, ku meriva pêda dikine bin avê û derdixin.
^ Raste rast “kesên ku gazî vî navî dikin”.
^ Yan “zembîl”.
^ Raste-rast “yên pîroz”.
^ Bi Yûnanî Dorkas û bi Aramî Tabîta, herdu jî têne hesabê Xezal.
^ Dêmek merivê ku ser çermê heywana dixebite.