Li Gora Lûqa 17:1-37
17 Hingê ewî şagirtên xwera got: “Wê sebebên likumandinê timê hebin. Lê wey li wî merivî, yê ku dibe sebebê vê yekê!
2 Bona wî hê baş e ku kevirekî mezin* stûyê wîva bê girêdanê û ew bê avîtinê nava berê, ne ku ew ji van biçûka yekî ji rê derxe.
3 Haj xwe hebin. Hergê birê te himberî te gune bike, gunê wî wîra eşkere ke, û hergê ew tobe ke, bibaxşîne wî.
4 Hergê jî ew rojekêda heft cara himberî te gune bike û heft cara vegere bal te û bêje, ‘Ez tobe dikim’, gerekê tu wî bibaxşînî”.
5 Şandiya Xudanra gotin: “Baweriya me zêde ke”.
6 Hingê Xudan got: “Hergê baweriya we hema weke toximekî xerdalê bûya, weyê vê dara tûtêra bigota, ‘Kokêva rabe û xwe berêda daçikîne!’, û ewê wê gura we bikira.
7 Hergê xulamekî we hebe, yê ku cotkariyê yan şivantiyê dike, û ew ji zeviyê vegere malê, qe kî ji we wê wîra bêje, ‘Zû werê û ber sifrê rûnê’?
8 Ewê jêra nebêje ‘Seva min şîvê hazir ke, şalikê bide ber xwe û berdestiyê minra bike, heta ez dixwim û vedixwim, û paşê tu dikarî bixwî û vexwî’?
9 Gelo ewê wî xulamîra şêkirdar be, seva wê yekê ku ewî şixulê ku jêra hate dayînê, anî sêrî?
10 Hûn jî, gava hemû şixulên ku wera hatine dayînê, bînin sêrî û bêjin: ‘Em xulamên bêkêr in. Çi ku li me diket, me kir’”.
11 Gava Îsa diçû Orşelîmê, ew nav Sameryayêra û Celîlêra derbaz dibû.
12 Gava ew dikete gundekî, deh merivên kotî rastî wî hatin, lê dûr sekinîn.
13 Û wana bi dengekî bilind got: “Îsa, Dersdar, gunê xwe me bîne!”*
14 Gava ewî ewana dîtin, wanra got: “Herin û xwe nîşanî kahîna bikin”. Û çaxê ewana hê rêda bûn, qenc bûn.*
15 Ji wana yekî gava dît ku ew qenc bûye, vegeriya û bi dengekî bilind pesinê Xwedê dida.
16 Ewî xwe avîte ber nigên Îsa û razîbûna xwe dida wî. Ew Samerî bû.
17 Hingê Îsa got: “Ne her deh jî qenc bûn, lê nehên din kîderê ne?
18 Pêştirî wî merivê ji miletekî din, tu kes venegeriya, wekî pesinê Xwedê bide?”
19 Paşê ewî jêra got: “Rabe here. Baweriya te tu qenc kirî”.
20 Gava Fêrisiya ji Îsa pirsîn ku Padşatiya Xwedê wê kengê bê, ewî wanra got: “Padşatiya Xwedê wê bi cûrê eşkere neyê,
21 meriv jî wê nebêjin, ‘Binihêrin, vira ye!’, yan ‘Binihêrin, wêderê ye!’ Çimkî va Padşatiya Xwedê nav weda ye”.
22 Paşê ewî şagirtên xwera got: “Roj wê bên, gava hûn hizret bin ku rojeke Kurê însên bivînin, lê hûnê nevînin.
23 Û meriv wê wera bêjin, ‘Binihêrin, wêderê ye!’, yan ‘Binihêrin, vira ye!’ Dernekevin û pey wan neçin.
24 Çimkî çawa ku birûsk ji alîkî ezmên heta aliyê din ronayê dide, Kurê însên jî wê roja xweda usa be.
25 Lê pêşiyê, ew gerekê gelek cefa bikişîne û aliyê vî nisilîda bê înkarkirinê.
26 Çawa rojên Nuhda bû, usa jî wê rojên Kurê însênda be:
27 Meriva dixwar û vedixwarin, dizewicîn û mêr dikirin, heta wê roja ku Nuh kete gemiyê, û Tofan* rabû qira hemûya anî.
28 Rojên Lûtda jî usa bû: Meriva dixwar û vedixwarin, dikirîn, difirotin, diçandin û ava dikirin.
29 Lê ew roja ku Lût ji Sodomê derket, agir û kirkût ji ezmên barî, û qira hemûya anî.
30 Wê rojê jî, gava Kurê însên eyan be, wê usa be.
31 Wê rojê, yê ku ser banî be, bira danekeve, wekî tiştên xwe ji malê hilde. Û usa jî, yê ku derva nav zeviyêda be, gerekê paşda venegere.
32 Jina Lût bînin bîra xwe.
33 Yê ku dixwaze emirê xwe xilaz ke, ewê wî unda ke. Lê yê ku emirê xwe unda ke, ewê wî xilaz ke.
34 Ez wera dibêjim, wê şevê du kes wê nav nivînekêda bin, yek wê bê hildanê, lê yê din wê bê hîştinê.
35 Du kulfet wê genim bihêrin, yek wê bê hildanê û ya din wê bê hîştinê”.
36 * ——
37 Şagirta jî ji wî pirsîn: “Kîderê, Xudan?” Ewî wanra got: “Cinyaz* kîderê be, wê teyr jî wêderê top bin”.
Спартьн
^ Yan beraş, kevirekî ku ker lê dizivirand, bona hêrandina genim.
^ Raste-rast “me were remê!”
^ Raste-rast “paqij bûn”.
^ Yan sêlav, lêyîke mezin.
^ Rêza 36 hine destnivîsarên herî kevine Yûnanîda tune. Lê hine destnivîsarada ev rêz heye.
^ Ev xebera Yûnanî tê hesabê him cinyazê meriva, him jî cendekê heywana.