Kitêba Pîrozda Derheqa Erdhejên Qayîm Çi Hatiye Pêxembertîkirinê?
Her sal bi deha hezara erdhej diqewimin. Rast e heçî zef ji wana erdhejên sist in, lê hene yên qayîm jî, kîjan ku dibine meniya hilşandinê, kul-derda û mirinê. Carna jî ewana tsûnamî pêşda tînin, kîjan ku têrîtoriya nêzîkî berê wêran dike, ji bo çi jî gelek meriv dimirin. Gelo Kitêba Pîroz derheqa erdhejên usa qayîm pêxembertî kiriye?
Vê gotarêda
Kitêba Pîroz derheqa erdheja pêxembertî kiriye?
Kitêba Pîrozda derheqa erdheja, pêxembertiya Îsada tê gotinê. Giliyê wî sê kitêbên Kitêba Pîrozda hatine nivîsarê:
“Miletê rabe li ser milet, padşatî li ser padşatiyê, cî-ciya wê xelayî-celayê û erdhejê bibin” (Metta 24:7).
“Miletê rabe ser milet, padşatiyê rabe ser padşatiyê, cî-ciya wê erdhej û xelayî-celayê bibin” (Marqos 13:8).
“Cî-ciya erdhejên mezin, xelayî-celayê û mîna nexweşiya hal wê bibin” (Lûqa 21:11).
Em divînin, Îsa pêxembertî kir, wekî wê cî-ciya erdhejên qayîm tevî şera, xelayî-celayê û nexweşiyên hal biqewimin. Ew hemû qewimandin tevayî, eyan dikin wî wedeyî ser kîjanî Kitêba Pîroz dibêje “rojên axiriyê” yan jî “axiriya vê dinyayê” (Metta 24:3; 2 Tîmotêyo 3:1). Çaxê em xronolojiya Kitêba Pîroz lêkolîn dikin, em divînin wekî rojên axiriyê sala 1914-da destpêbûne û hê xilaz nebûne.
Erdhejên îroyîn, îzbat dikin ku pêxembertiya Kitêba Pîroz tê sêrî?
Belê. Pêxembertî û giliyê Îsa derheqa erdheja, rojên meda têne sêrî. Destpêbûyî ji sala 1914, 1 950 zêdetir erdhejên qayîm qewimîne, lê hesabê merivên ku mirine, bi temamî gihîştiye du mîlyona zêdetir. a Werên em çend mesela şêwir kin, kîjan ku qirna meda qewimîne.
Sala 2004, Okyanûsa Hindî. Erdhejeke bi 9,1 magnîtûda, tsûnamî pêşda anî, kîjan ku ziyan da çend welata û weke 225 000 meriv mirin.
Sala 2008, Çîn. Erdhejeke bi 7,9 magnîtûda, gelek gund û bajar wêran kirin. Li gora hine hesaba, bi temamî 90 000 meriv mirin, weke 375 000 meriva ziyan standin, û bi mîlyona meriv bê cî-sitar man.
Sala 2010, Haît. Paşî erdhejeke bi 7,0 magnîtûda, dîsa çend erdhejên biçûk qewimîn. Hingê 300 000 meriva zêdetir mirin, û mîlyonekî zêdetir meriv bê cî-sitar man.
Sala 2011, Japoniya. Ji bo erdhejeke bi 9,0 magnîtûda, tsûnamî pêşda hat, kîjanê ku weke 18 500 meriv kuşt. Bi seda hezar meriv jî bê cî-sitar man. Him jî êlêktrostansiya atomê ya Fûkûsîma, ziyaneke mezin stand û qezî qewimî. Dehe sal şûnda jî, weke 40 000 meriv hela hê nikarin wegerine malên xwe, çimkî heta îro wêderê radiyasiya bilind heye, çi ku gelek xof e.
Pêxembertiya Kitêba Pîroz derheqa erdheja, bona me çi tê hesabê?
Pêxembertiya Kitêba Pîroz derheqa erdheja, mera dide kifşê ku zûtirekê wê çi biqewime. Îsa got: “Gava hûn bibînin ku ev yek diqewimin, bizanibin ku Padşatiya Xwedê nêzîk e” (Lûqa 21:31).
Kitêba Pîroz şirovedike, ku Padşatiya Xwedê, serwêrtiya rêalî ye, serwêrê kîjanî ku Îsa Mesîh e. Hema derheqa vê Padşatiyê Îsa peyçûyên xwe hîn dikir, ku ewana dua bikin (Metta 6:10).
Çaxê Padşatiya Xwedê ser erdêra serwêrtiyê bike, wê teşqelên tebiyetê, mesele erdhejê bide hildanê û ewê îda tu car ziyanê nede meriya (Îşaya 32:18). Xêncî wê yekê ew wê bide hildanê hemû zirarên fîzîkî û êmosiyalî, kîjan ku meriva ji bo erdhejê standine (Îşaya 65:17; Eyantî 21:3, 4). Bona hê zêde elametî bixûnin gotar “Padşatiya Xwedê wê Çi Bike?”.
a Hesabê wan reqama li gora “Global Significant Earthquake Database” hatine hildanê ji Merkeza Hemdinyayêye Elametiyê ya Dewletên Yekbûyî.