HIŞYAR BIMÎNIN!
Gelo Malperên Sosyalî Ziyanê Didine Zarên We?—Çawa Kitêba Pîroz Dikare Alî Dê-Bava Bike
Rojnemekêda “The New York Times” ya 17 Hezîranê, sala 2024, Vîvêk Mûrtî xîrûrgê sereke yê ku ji Dewletên Yekbûyî ye, dibêje: “Roja îroyîn cahil aliyê êmosiyalîda xofêda nin, û meniya sereke ji bo çi ew yek diqewime, malperên sosyalî ne”.
Çawa dê-bav dikarin zarên xwe ji ziyana malperên sosyalî biparêzin? Kitêba Pîroz şîretên kêrhatî dide me.
Dê-bav çi dikarin bikin
Werên prînsîpên Kitêba Pîroz şêwir kin.
“Yê aqil dîna xwe dide gavên xwe” (Metelok 14:15).
Malperên sosyalî dikarin ziyanê bidine zara, lema jî dê-bav gerekê xwe paş nexin ji wê yekê, ku îzin nedin zarên xwe van malpera bidine xebatê. Pêşiya ku bihêlî wekî zara te malpera sosyalî bide xebatê, bawer be ku ew dikare hevalên baş qazanc ke, pê wedê konkrêt bide xebatê û xwe ji tiştên bênamûsî dûr bigire.
Seva ku hê zêde pêbihesin, bixûnin gotar “Gelo Zara Min Gerekê Malperên Sosyalî Bide Xebatê?” û “Zarên Xwe Hîn kin ku Malperên Sosyalî Rast Bidine Xebatê”.
“Dest bidine ber wext” (Efesî 5:16).
Hergê hûn îzin didine zarên xwe, wekî ewana malperên sosyalî bidine xebatê, bona wê yekê sînora daynin û wanara şirovekin, ku ew sînor ça dikarin wana biparêzin. Usa jî dîna xwe bidine rabûn-rûniştandina wan, seva ku têderxin ev yek ji bo malperên sosyalî ye yan na, hergê erê, kêm îzin bidine wan bikevine malperên sosyalî.
Hûn dikarin bidine xebatê vîdêoya anîmasiyonê Malperên Sosyal bi Bîlanî Bide Xebatê seva ku alî zara xwe bikin wekî fem ke, ku çima ferz e sînora daynin.
Hê zêde pêbihesin
Kitêba Pîroz dibêje ku “zemanên xirab wê bên” (2 Tîmotêyo 3:1-5). Usa jî têda şîretên kêrhatî hene, yên ku dikarin alî me bikin wan derecada teyax kin. Hûn dikarin zêdetirî 20 şîretên ji Kitêba Pîroz bona dê-bava û zara vê gotarêda bivînin, halê cahila aliyê êmosiyalîda.